Komên Hilberînê yên Komunên Navendên Jiyanê yên Jinan lihev kom bûn 2026-06-12 11:59:10   AMED - Komên hilberînê yên Komunên Navendên Jiyanê yên Jinan ên girêdayî Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, di civînekê de li hev kom bûn.    Jinên beşdar di kombûnê de serpêhatiyên xwe parve kirin û gotin ku hilberîna bi hev re, rêxistinbûna di nava hevgirtinê de û beşdariya wekhev di pêvajoyên biryargirtinê de, di jiyana wan de guherîneke berbiçav afirandiye. Wan tekez kir ku modela hilberîna hevpar ne tenê di warê aborî de wan xurt kiriye, lê di heman demê de xwebaweriya wan bilind, çanda hevgirtinê pêş xistiye û hesta jiyana komunal bihêztir kiriye.    Rêvebera Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan di nav axaftinên xwe de wiha got: “Dema ku em ked, zanîn û serpêhatiyên xwe digihînin hev, em ne tenê ji aliyekî ve xurt dibin, lê her wiha em nêzîktirî hev dibin. Em êdî ne wekî kesên bi tenê, lê wekî komekê difikirin û hildiberînin.”    Di nav nîqaşên jinan de, zehmetiyên ku di pêvajoyên hilberînê de derdikevin holê û çareseriyên wan bi awayekî fireh hatin gotûbêjkirin. Jinan danûstandineke xurt a zanîn û tecrûbeyan pêk anîn û tekez kirin ku civînên bi vî rengî, hem ji aliyê tekakesî û hem jî ji aliyê civakî ve jinan bi hev re girê dide û beşdariya wan xurttir dike.    Beşdaran diyar kirin ku aboriya hevpar di avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azad de roleke sereke dilîze. Modela ku ji aliyê jinan ve hatiye afirandin, wekî alternatîfeke domdar û bi bandor tê dîtin. Wan got ku ev model ne tenê aboriyê, lê di heman demê de jiyana komunal, hevgirtin û azadiya jinan jî diparêze.    Civîn bi biryara xurtkirina hevgirtin û berfirehkirina xebatên hevpar bi dawî bû. Ev kombûn careke din nîşan da ku jin bi rêxistinbûn û hilberînên xwe yên komî, bi gavên girîng ber bi jiyaneke wekhev, demokratik, ekolojîk û avakirina jiyana komunal ve diavêjin.