Li Gimgimê 46 roj in nobeta JES’ê didome 2026-06-17 16:37:15     MÛŞ - Li Gimgimê nobeda JES’ê ya ku li dijî JES’ê hatî destpêkirin, di roja 46’an de nobed ji aliyê Gundê Şorik ve hat dewrgirtin. Hevserokên GOÇ DER’ê serdana çalakiyê kirin.   Nobeda ku Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 A.Ş. a Amerikî ve tê plankirin ku li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Di roja 46’an a nobedê de pankartên “Ev erd mirasa kal û bavan ê emanetê nifşên paşerojê ye. Em JES naxwazin”, “No hard mîrase kal û bavikano. Bavokê demê ameyoxî. JES nexwazenimê”, “Ev erd bo me mîras, bo paşerojê emanet e. Em JES’ê naxwazin” bi konan ve hate daliqandin.   Komeleya Lekolîn û Çavdêriyê ya Koçê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER), di roja 46’an a nobedê de ji bo piştevaniyê serdana nobedê kir. Di serdanê de Hevseroka GOÇ-DER’ê Medya Alkanê diyar kir ku berxwedana gelê Gimgimê pir girîng e û ev tişt got: “Di salên 90’î de bi şewata gundan û îro jî bi talanên ekolojîk hewl didin mirov bê mirov bihêlin.”   Hevserokê GOÇ-DER’ê Vecîh Aydogan jî anî ziman ku bi projeyên JES, HES û GES’ê ve talana ekolojîk pêk tê û wiha axivî: “Çavkaniyên alternatîf ên enerjiyê hene. Lêbelê deam çavkaniyên enerjiyê li cihên çand û jîngehê be jiyana mirov jî asteng dikin. Mafê jiyanê tê astengkirin. Bihêlin bila çem û robarên we bi azadî biherikin.”   Nobeda gundê Xwarikê, ji aliyê şêniyên gundê Şorikê ve hat dewrgirtin.