Şebnem Korur Fîncanci: Hewcedarî bi avakirina modelên nû heye 2026-06-19 09:04:35   Melek Avci   STENBOL - Prof. Şebnem Korur Fîncanci da zanîn ku divê rûhevhatin, hesabdayîn û başkirina civakî bi hev re bê nîqaşkirin û got: “Edalet bi tena serê xwe têr nake. Divê baweriyeke ku careke din tişt nayên jiyîn bê afirandin. Hewce bi modelên demokratîk yên nû hene.”   Hevdîtinên di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de didomin û hîna desthilatdariyê gavek şênber neavêtiye. Zextên li ser raya giştî, biryara butlana mutleq a li ser CHP’ê û 12’yemîn Pakêta Darazê ya ku mafên hatine bidestixistin yên jinan ji dest digire. Bi pêvajo û nîqaşa li Tirkiyeyê hatiye despêkirin re, jinan konferanseke ji bo îlankirina îrade û têkoşîna demokratîkbûnê ya di sedsala duyemîn a komarê de pêk anîn.   Her wiha di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê bi banga gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û hunermend konferansa "Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn" pêk hat. Siyasetmedar, rojnameger, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî tevlî konferansê bûn û eleqeyek mezin hat nîşandan. Di konferansê de tespîtkirina pirsgirêkan, welatibûna wekhev, avkairina jiyana hevpar, rola pêşeng a jinan û bi nasnameya xwe heyî, nîqaşên heqîqet û rûhevhatinê hatin nîqaşkirin.   Yek ji kesên tevlî konferansê bû  moderatora rûniştina "Civakîbûna demokrasî û aştiyê", parêzvana mafan Prof. Şebnem Korur Fîncanci bû. Şebnem Korur Fîncanci der barê heqîqet û rûhevhatina bi paşerojê re nirxandin kir.   ‘Heqîqet bi tena serê xwe têr nake’   Şebnem Korur Fîncanci da zanîn ku ji bo edalet pêk bê divê hinek gav bên avêtin û got: “Bêyî heqîqetê edalet ne pêkan e. Ji bo pêşketina edaletê û heqîqet pêk bê divê gav bên avêtin. Dema heqîqetê bê destgirtin divê em bizanibin ku em bi heqîqetê çi dikin, ji ber ku heqîqet bi tena serê xwe têr nake. Em behsa rewşeke ku dosya di arşîvan de bimîne nakin. Em behsa muzeyeke bîrê nakin. Divê hewldaneke başkirinê hebe, naskirina heqîqetê û tiştên hatine jiyînê hebe.”   ‘Divê civak kirde bê dîtin’   Şebnem Korur Fîncanci daxuyakirin ku ji bo başkirina civakî pêk bê hewce bi gavan heye û wiha bi lêv kir: “Divê hemû travmayên hatine jiyîn bê zanîn, mirov bên başkirin; yên ev travma afirandine hesab bidin. Ji ber vê jî hesab dayîn gelek girîng e. Em piranî heqîqetê datînin holê. Em wek rêxistina mafê mirovan pirsgirêka xwe ya bi heqîqetê re tînin ziman. Lê piştre divê têkildarî ku riyeke çawa divê bê meşandin de civak xwe wek kirde tevli bibe. Pirsigrêka me ya mezin çiye? Divê bawerî bê tesîskirin. Edalet bi tena serê xwe têr nake. Divê hawirek baweriyê bê afirandin. Bê bê gotin ku carek din ev komkujî, binpêkirin nayên jiyîn.”   ‘Divê ji ciwanan dest pê bikin’   Şebnem Korur Fîncanci destnîşan kir ku rûhevhatina bi paşerojê re û heqîqet ne tenê mijara desthilatdarî û dewletê ye mijareke civakiye jî û wiha berdewam kir: “Afirandina hawirên ku tiştên hatine jiyîn parvekirin girîng e. Ev ne bi bernameyên mezin, bi hatina gel hev a dîmamîkên herêmî pêkan e. Bi parvekirina tecrubeyan pêkane. Ji ber vê jî konferans, civîn girîng in. Divê em hawirên ku ciwan dikarin pêşerojê biaxivin biafirînin. Ji bo veguherîna demokratîk hewce bi bi model û mekanîzmayên cuda hene. Divê lêgerînên modela nû û her wiha herêm bikevin tevgerê. Hewce bi modelên nû hene.”