Bêcezahiştin çerxa şîdetê kûr dike 2026-06-25 09:06:12   Buşra Turan   AGIRÎ - Parêzer Kardelen Taşdemîr da zanîn ku sedema tundî û qetilkirinên jinan qelsiya qanûnan nîne, pêknehatine qanûnen û got: “Divê tedbîrên parastinê bên kontrolkirin. Ne piştî qetilkirina jinan, dema ku tundî hat dîtin divê jin bên parastin.”   Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe, qetilkirin û mirinên bi guman yên jinan zêde dibin. Qelsiya mekanîzmayên edlî û bêkontrolbûna di pêkanîn de binpêkirina mafên jiyana jinan giran dike.   Parêzer Kardelen Taşdemîr der barê tedbîrên parastinê yên bi bandor, kotrolkirina tedbîran, şopandina rîskên bûyerên tundiyê nirxand.   ‘Divê tedbîrên parastinê bên kontrolkirin’   Kardelen Taşdemîr got di pêşîgirtina qetilkirin û tundiyê de pirsgirêka esas ne qelsiya qanûnan, di pêkanînê de kêmasî hene û divê tedbîrên parastinê bên kontrolkirin. Kardelen Taşdemîr wiha got: “Ne piştî mirina jinan, divê di tundiya ewil de jin bên parastin û piraniya nîşaneyên tundiyê beriya wê tê dîtin. Tedbîrên parastinê ev e ku divê kontrol bê kirin, cezayên bi bandor bên birîn.”   ‘Tundiya li ser jinan mijareke civakiye’   Kardelen Taşdemîr got bi feshkirina Peymana Stenbolê re tundiya li ser jinan zêde bûye û got: “Bi daxistina cezayên ji rewşa baş nêrîna bêdadiyê jî afiriye. Li şûna jin bê parastin malbat esas tê girtin. Lê tundiya li ser jinê ne mijareke malbatiye, binpêkirina maf e. Tundiya li ser jinê mijareke civakiye. Divê li gumanbaran cezayên bi lez bên birîn. Di mirinên jinan yên bi guman de saetên ewil û lêkolînên ewil girîng in.”   ‘Divê sererastkirinên nû bên kirin’   Kardelen Taşdemîr bi lêv kir ku di têkoşîna li dijî qetilkirinên jinan de tenê zêdekirina ceza têr anake û divê mekanîzmayên lêpirsîna bi bandor pêk bên û polîtîkayên ku pêşî li van bûyeran digirin bikevin jiyanê, sererastkirinên nû bên kirin. Kardelen Taşdemîr wiha anî ziman: “Parêzerên jin dema pîşeya xwe îcra dikin rastî pêşdarazên zayendperest tên. Têkoşîna mafê jinan di heman demê de têkoşîna mafê mirovan e. Divê bi biryar têkoşîna mafê jinan bê dayîn. Tundiya li ser jinan pirsgirêka civakiye. Ji bo divê têkoşîneke hevpar bê dayîn.”