Abdullah Ocalan: Kadîr Înanir hunermendekî rast ê gel bû 2026-06-28 11:40:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber koça dawî ya hunermend Kadîr Înanir sersaxî xwest û got, "Ew nûnerekî mezin ê xeta hunera sînemayê bû ku Yilmaz Guney û Sirri Sureyya jî di nav de bû. Ew hunermendekî rast ê gel bû."   Peyama sersaxiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo hunermend Kadîr Înanir bi vî rengî ye:   "Ez hunermendê dilovan Kadîr Înanir bi hurmet bi bîr tînim ku di dilê gelên Tirkiyeyê de textê xwe danî.   Ew nûnerekî mezin ê xeta hunera sînemayê bû ku Yilmaz Guney û Sirri Sureyya jî di nav de bû. Ew hunermendekî rast ê gel bû. Ji dil ve nirxê estetîk û etîk ên gel bû. Yek ji pêşengên aqîl ên bi israr û rasteqîn ê pêvajoya aştiyê bû. Weke Sirri Sureyya şopdarê pêvajoya aştiyê ya dawî jî bû. Ez di wê baweriyê de me ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a nû bi ser bikeve. Bi vê serketinê re wê ruhê wî şad bibe.   Ji xizm û dostên wî, ji gelê me re sersaxiyê dixwazim, bi hurmet û hezkirinê silav dikim.   Abdullah Ocalan   Îmrali   27'ê Hezîrana 2026."