Meclîsa Jinan a PYD’ê têkildarî êrişên li dij Til Eranê bang kir 2026-07-01 13:48:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku duh li bajaroka Til Eranê ya li gundewarê Helebê, ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ve li hember sivîlên Kurd êrîş pêk hatiye û banga bihîstyariyê li saziyên navnetewî kir.   Hat ragihandin ku duh li bajaroka Til Eranê ya li gundewarê Helebê, ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta demkî ve li hember Kurdên sivîl êrîş pêk hatiye. Ji bo şermezarkirina êrîş û binpêkirinên li ser sivîlên Kurd ku bi taybetî li dijî jin  ciwanên herêmê pêk hatine, Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya Navenda PYD’ê ya li bajarê Qamişloyê, bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan hat dayîn û ji aliyê Rêvebera Meclîsa Jinan a  PYD’ê Huriya Şemdîn ve hat xwendin.   Huriya Şemdîn bi bîr xist hêvî hebûye ku Sûriye bi gavên cidî ber bi avakirina dadperwerî û wekheviyê de biçe û wiha domand: “Di pêşiya wan de jî mafên jinan di destûra nû de bên pejirandin û mîsogerkirin hebûn. Hikûmeta demkî hîn jî bi siyasetên xwe yên dûrî pirrengî, hevjiyanî û pejirandina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dewam dike. Ev rewş xemgîniyek mezin li ser pêşeroja maf û azadiyan a li Sûriyeyê diafirîne.”   ‘Li Til Hasêl û Til Eranê ciwanên Kurd hatine girtin’    Huriya Şemdîn got ku “Em wek Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hemû êrîş û binpêkirinên ku li dijî sivîlên Kurd tên kirin, bi tundî şermezar dikin” û wiha pê de çû: “Di nav vana de êrîşên li ser jinan, kal û pîran, her wiha girtina ciwanên Kurd li Til Hasêl û Til Eran hene. Tevî lihevkirina li ser vegera penaberan a li herêmên xwe yên resen, ev pêkanîn nayên qebûlkirin. Em dibînin ku ev polîtîka nêzîkatiyeke ku derfetên avakirina baweriyê di navbera Sûriyeyiyan de têk diçe û parçebûnê kûrtir dike û bi hemû hewildanên avakirina Sûriyeyeke demokratîk ku li ser serweriya qanûnê û rêzgirtina mafên mirovan ava bibe, nakin.”   Huriya Şemdîn ragihand ku ew di heman demê de tekez dikin ku avakirina Sûriyeyeke aram û bi ewlehî tenê bi pejirandina mafên jinan pêk nayê û wiha berdewam kir: “Bi mîsogerkirina beşdarbûna wan a bi bandor a di hemû qad û saziyên biryardanê de û her wiha bi pejirandina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê. Prensîba hevpariya rastîn û hemwelatiya wekhev divê bingeha Sûriya nû be bêyî her cure cudakirin û dûrxistinê.”   Banga li saziyên navnetewî   Huriya Şemdîn bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovahî û hemû rêxistinên ku ji bo mafên jinan têdikoşin kir û wiha bidawî kir: “Bila berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin. Bila li hember van binpêkirinan helwestek cidî bigrin, ji bo parastina sivîlan û rawestandina van kiryaran zexta pêwîst bikin. Divê rêzgirtina mafên jinan, mafên gelê Kurd û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, li gorî peyman  û standardên navneteweyî yên mafên mirovan mîsoger bikin.”