Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-07-12 11:47:34   NAVENDA NÛÇEYAN– Hejmara 176’an a Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘‘Rêgezên Damezrîner ên Aştî û Hiqûqa Azadiyê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.   Kovar li ser bingehên yasayî, civakî û dîrokî yên aştiyê disekine, di heman demê de mijarên wek rola yasayê di avakirina civakek demokratîk de, nîqaşa li ser naskirina yasayî û mafên kolektîf di pirsgirêka Kurd de, pozîsyona damezrîner a jinan di pêvajoyên aştî û destûrî de, û hevrûbûna bi rabirdû û bîra kolektîf re digre dest.   Hemû sernavên di hejmara dawî ya Kovarê de evin:   “Qanûna Aştiyê: Qanûn di Avakirina Civakek Demokratîk de çi dibêje? / Atiye Arikan   * Hevkêşeyeke Nû û Bingehîn; Diyardeya Kurd a Yasayî / Suzan Akipa   * Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Qanûna Çarçove ya Jinan û Daxwazên Destûrî  / Sevda Çelik Ozbingol   * Qêrîna Bêdeng a Çiya: Ji nûve Bîranîna Zarîfe Xanim/ Çîdem Goksoy   * Ji Hypatia heta Nagîhan Akarsel: Şerekî Hezar Salî li Dijî Rastiya Jinan / Gulîzar Îpek”