Perwerdeya komputerê ya ji bo astengdarên dîtinê dest pê kir 2026-07-15 11:35:25   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bihêzkirina gihîştina astengdarên dîtinê a ji bo teknolojiyên dîjîtal, Perwerdeya Bikaranîna Komputerê ya Bingehîn da destpêkirin.   Li Yekeya Pirtûkxaneya Gihîştbar a Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran de xebatên xwe dimeşîne, ji bo astengdarên dîtinê Perwerdeya Bikaranîna Komputerê ya Bingehîn dest pê kir. Di qonaxa yekem a bernameyê de, bi rêya bernameyên xwendina ekranê û teknolojiyên ragihandinê yên gihîştbar, perwerdeya komputerê ya bingehîn ji 12 beşdaran re tê dayîn.   Perwerde hefteyê çar rojan tên dayîn   Di perwerdeyê de ku wekî du koman hefteyê çar rojan tên lidarxistin; mijarên wekî bikaranîna komputerê ya bingehîn, serdestiya li ser klavyeyê, karûbarên pelan (dosya), bikaranîna înternetê û gihîştina sepanên dîjîtal ên ku di jiyana rojane de pêwistî pê heye, tên bidestgirtin.   Bi vê bernameyê tê armanckirin ku piştgirî li nebînayan (astengdarên dîtinê) bê kirin da ku teknolojiyên dîjîtal bi awayekî çalak û serbixwe bi kar bînin; her wiha beşdariya wan a di perwerde, kar û jiyana civakî de bê bihêzkirin.   Serlêdanên ji bo serdema nû berdewam dikin   Yekeya Pirtûkxaneya Gihîştbar, li gel pirtûkên bideng, materyalên Braille (elfabeya nebînayan) û teknolojiyên gihîştbar, bi bernameyên perwerdeyê yên ku amade dike jî piştgiriya gihîştina nebînayan a ji bo agahî û teknolojiyê berdewam dike.   Di çarçoveya Perwerdeya Bikaranîna Komputerê ya Bingehîn de ku dê di serdemên diyar de berdewam bike, dê komên nû werin avakirin. Serlêdanên nebînayên ku dixwazin beşdarî perwerdeyê bibin, berdewam dikin ku werin girtin.