Meclîsa jinan li Pirsûsê konferansa herêmî pêk anî 2026-07-17 17:52:56   RIHA - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi dirûşma “Bi Têkoşîna Azadiya Jinan Ber Bi Civaka Demokratîk Veger” li Pirsûsê konferansa xwe ya herêmî pêk anî.   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê konferansa xwe ya herêmî li aavahiya DEM Partiyê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat lidarxistin. Ji bajarên herêmê yên wekî Semsûr, Dîlok, Meletî û Mereşê gelek jin tevli bûn. Konferans bi dirûşma “Bi Têkoşîna Azadiya Jinan Ber Bi Civaka Demokratîk Veger” dest pê kir. Di salonê de pankartên “Bi Jinên Sosyalîst re Aştiya Civakî û Civaka Demokratîk Ava Dikin” û “Jin, Jiyan Azadî” hatin daliqandin.   Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axaftina vekirinê kir û di axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya konferansê û rojeva ku dê bê nîqaşkirin.   Di berdewamiya konferansê de bal hat kişandin ser rol û girîngiya jinan a di pêvajoyê de û hat destnîşankirin ku divê piştgirî û rêxistinbûna jinan di her qadê de bi awayekî hîn bihêztir bê meşandin.   Piştî axaftinên vekirinê, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.