Jin aştiyê mezin dikin: Daxwaza çareseriya mayînde û jiyana azad 2026-07-24 09:03:34   Buşra Turan   AGIRÎ- Melek Sevînç û Sevgul Levent yên di têkoşîna azadiyê de zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mayînde bibe û bi ewlehiyên qanûnî pêş bikeve û banga divê Abdullah Ocalan azad bibe kirin.   Di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku di 27’ê Sibata 2025’an ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, nîqaşên tên meşandin didomin û ji aliyên cuda yên  civakê bang tê kirin ku gav bên avêtin. Bi taybet jî jin diyar dikin ku ji bo çareseriya demokratîk aştiya civakî girîng e.   Jinên li dijî şer, bi salan e daxwaza aştiyê tînin ziman. Jinên zarokên xwe winda kirine, diyar dikin ku aştiyeke mayînde bi ewlehiya hiqûqî pêkan e.   Ji Melek Sevînç banga aştiya civakî   Melek Sevînç kurê xwe Serhed Jêhat (Veysel Sevînç) di têkoşîna azadiyê de winda kiriye û tevî her tiştî têkoşîna aştî û azadiyê her tim daye. Melek Sevînç tevî bedelên giran li berxwe dide û diyar dike ku aştiyeke mayînde bi avakirina jiyaneke azad û wekhev pêkan e.   ‘Şertên berê ne wek îro bûn’   Melek Sevînç  got seranserê jiyana xwe zor û zehmetî jiyaye û wiha pê de çû: “Ez li gundê Gençalî ya Panosê mezin bûm. Li vir zewicîm. Me di jiyana xwe de pir zor û zehmetî dîtin. Zarokên me çêbûn, me ew mezin kirin. Zarokê min jî ji bo mirovahiyê têdikoşiya. Yên çûn ji xwe çû. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bikin. 7 kur û du keçên min hene. Min bi zor û zehmetî ew mezin kirin. Şertên berê ne wek îro bûn.”   ‘Em serbilind in’   Melek Sevînç di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku kurê wê Veysel li dijî koletî û neheqiyê bêdeng nemaye û wiha domand: “Veysel digot ‘kes ji kesî ne mezitir e.’ Ji zarokatiya xwe de li hember mirovan rêzdar bû. Neçû leşkeriyê. Em serbilind in. Em li dijî neheqiyê ne. Bila şer dernekeve. Bila dayik negirîn.”   ‘Ez gundê xwe û şehîdê xwe terk nakim’   Melek Sevînç wiha dawî lê anî: “Zarokên min li Îzmîrê dijîn. Lê min gundê xwe terk nekir. Dibêjin were lê ez gundê xwe û şehîdê xwe terk nakim. Ez vir terk nakim û naçim. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome. Dewletê heta niha gav navêtiye. Ger bihata avêtin wê aştî bihata. Bila kes bi zimanê xwe biaxive. Bila zimanê me neyê astengkirin qedexekirin. Bila Serokê me berdin. Ji bo aştiyê berdana Abdullah Ocalan şert e.”   Sevgul Levent: Bila demildest aştî pêk bê   Sevgul Levent ya li gundê Axtereşan a Panosê dijî tevî hemû zor û zehmetiyên ku kişandiye bi girêdayîna xwe ya têkoşîna aştî û azadiyê tê zanîn. Sevgul Levent kurê xwe Arteş Patnos (Sedat Levent) di têkoşîna azadiyê de winda dike. Sevgul Levent ku 7 zarokên wê hene, diyar dike ku divê demildest aştî pêk bê.   ‘Ez serbilind im’   Sevgul Levent wiha berdewam kir: “40 sal in li Panosê dijîm. Jiyana me xweş bû. Hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Piştî vê jiyan zehmet bû. 7 zarokên min hebûn. Berê em bi tena serê xwe nikaribûn derkevin derve. Bi saya şehîdên me pir tişt guherîn. Berê ji bo jinan her tişt qedexe bû. Lê şehîdên me jiyanek xweş dan me. Ez dayika şehîd im û pê serbilind im. Kurê min Sedat Levent zana û wêrek bû. Ji bo jin zarok û aştiyê têkoşîn da. Tevî hemû zor û zehmetiyan ez bi serokê xwe serbilind im. Wan jiyanek xweş da me. Kurê min Sedat ji bo jin, zarok û dayik negirîn tevlibû. Ji bo aştiyê ji bo zimanê xwe tevli bû. Daxwaza me ev e ku aştiyeke mayîn de pêk bê û Abdullah Ocalan bê berdan. Em aştiyê dixwazin. Hevalan çek şewitandin. Ji bo aştiyê gav avêtin. Em dixwazin zindan vala bibin, zarokên me derkevin.”