Bedriye Karaçay 5 roj in winda ye 2026-07-25 09:59:48     STENBOL - Bedriye Karaçay a li Kagithaneyê dijî, 5 roj in winda ye.   Bedriye Karaçay (27) a li Taxa Telsizler a navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê dijî, ji 21'ê Tîrmehê vir ve winda ye.   Tê îdiakirin ku Bedriye Karaçay piştî nîqaşek bi hevjînê xwe Volkan Karaçay re ji malê derketiye. Bedriye Karaçay 5 roj in winda ye û xebatên lêgerînê berdewam dikin.