Ev 7 meh in agahî ji Sara Reşîdî Keçlanlo nayê girtin 2026-08-24 15:43:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî ku 7 meh di ser girtina Sara Reşîdî Keçlanlo ya di xwepêşandanên seranserî Îranê yên meha Çileyê de li Kirmanşanê hatî girtin de derbas bû jî, heta niha malbata wê derbarê cih û aqûbeta wê de tu agahî negirtiye.   Welatiya Rojhilatê Kurdistanê ya ji bajarê Makoyê Sara Reşîdî Keçlanlo ya 33 salî, di xwepêşandanên seranserî Îranê yên meha Çileyê de li Kirmanşanê hatibû girtin. Sara, ji wê çaxê heta niha winda ye û derbarê aqûbeta wê de heta niha tu agahî nehatine weşandin.   Li gorî Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, Sara Reşîdî Keçlanlo dema ku di xwepêşandanên 11-14’ê Çileya 2026’an de li nêzîkî Kirmaşanê bi erebeyê diçû, ji aliyê hêzên îstîxbarata Pasdarên Şoreşa Îranê ve bêyî fermana girtinê hate girtin.   Serlêdanên malbatê bê bersiv man   Piştî ku Sara Reşîdî Keçlanlo hate girtin, sewqî navenda girtinê ya Nebî Ekrem a Rêxistina Îstîxbarata Pasdarên Şoreşa Îranê ya li zeviya petrolê ya Kirmaşanê hate kirin. Ji wê demê ve malbata wê derbarê rewş û cihê wê de tu agahî negirtine.   Malbata wê di mehên dawî de gelek caran serlêdana dezgehên ewlehî û rayedarên dadwerî yên Kirmaşanê kiriye. Li gorî raporê, wan bersivek zelal derbarê aqûbeta wê de negirtine.   Sara Reşîdî Keçlanlo ev zêdetirî 7 meh in di girtîgehê de ye û heta niha tu agahî jê nayê girtin. Fikarên li ser tenduristî û rewşa wê, zêde bûne.