Ji bo Kurdî bijî axaftin, xwendin û nivîsandin divê 2026-08-25 09:03:21   ÊLIH -  Ji Ari-Derê Şînda Ayazgun ku perwerdeya zimanê Kurdî dide, diyar kir ku fêrbûna ziman tenê bi rêya kursan têrê nake û bal kişand ser girîngiya bikaranîna Kurdî li malê, li kolanê û di hemû warên jiyana rojane de. Şînda Ayazgun got: "Di encamê de gel ziman zindî dihêle. Gava mirov bi zimanê xwe diaxivin, ew ziman xurtir dibe."   Ari-Der ku li Êlihê bi armanca parastin, pêşxistin û veguhastina ziman û çanda Kurdî ji bo nifşên pêşerojê kar dike, xebatên xwe yên perwerdeya zimanê Kurdî didomîne. Ev komeleya  ku hewl dide fêrbûn û bikaranîna berfireh a Kurdî di jiyana rojane de pêş bixe, gelek kes ji temenên cuda beşdarî  perwerdeyê ya ast bi ast tê dayîn dibin. Ev însiyatîf ne tenê hînkirinê armanc dike, her wiha dixwaze veguhastina zimanê Kurdî di navbera nifşan de xurt bike û dixwaze ziman veguherîne zimanekî ku di hemû qadên jiyanê de tê bikaranîn. Di van kursan de ku bernameyeke perwerdeyê ya pêşverû tê şopandin, xwendekar ji asta bingehîn dest pê dikin û fêrî xwendin, nivîsandin û axaftina bi Kurdî dibin.   Şinda Ayazgun a li  Ari-Derê  kar dike, derbarê van xebatên ziman de nirxandin kir.   ‘Nebûna perwerdeya fermî dibe sedema qelsbûna ziman’   Şînda Ayazgun bal kişand ser wê yekê ku nebûna perwerdeya fermî ya bi zimanê Kurdî bûye sedem ku ew tenê wekî zimanekî devkî bimîne û got: “Piraniya karên me li ser ziman in. Mixabin, ji ber şert û mercên heyî û kêmbûna derfetan, em nikarin projeyên mezin pêk bînin; lê belê, wekî rêxistina Ari-Derê, em li Êlihê xebatên perwerdeya ziman dimeşînin. Ziman tenê bi axaftinê nayê parastin; divê mirov fêrî xwendin û nivîsandina wî jî bibe. Mixabin, ji ber ku perwerdeya fermî ya bi Kurdî tune ye, zimanê me tenê wekî zimanekî devkî maye. Divê zimanê Kurdî xwe ji rewşa zimanekî mirî rizgar bike, ji ber ku ev yekane rêya mayîna ziman e. Lewma piraniya hewldanên me ji bo ziman in. Bernameya me ya perwerdeyê li gorî astan hatiye sazkirin: asta destpêkê, asta yekem, duyem, sêyem û çarem. Xwendekar heta asta çarem ku asta perwerdekirina mamostiyê ye, pêşve diçin. Kesên ku asta çarem temam dikin û bawernameya xwe werdigirin, dikarin li Ari-Derê bibin mamoste. Kursên me di tevahiya havînê de jî berdewam kirin. Em ji bo kesên di asta perwerdekirina mamosteyan de, bi awayekî berfirehtir nêzîkî bernameya perwerdeyê dibin; em ne tenê perwerdeya zimanê Kurdî,  her wiha ya wêje, pedagojî û folklorê jî didin.”   'Ciwan dibin xwedî hişmendiya ku li kolanê jî bi kurdî biaxivin'   Şînda Ayazgun, diyar kir ku dema serdana dikandarên Êlihê l dikin, ew gelek caran  tevî ku ziman dizanin jî  dema bi Kurdî li gel wan tê axaftin bi Tirkî bersivê didin û got: "Komên me yên nêzîkî 20 kesî beşdarî dersên me dibin hene. Helbet ev rewş diguhere; carinan eleqe û baldariyeke mezin li ser zimanê Kurdî heye, lê carinan jî beşdarî kêm xuya dike. Lê bi giştî, polên me vala namînin. Piraniya xwendekaran bi rastî eleqeyê nîşanî ziman didin. Ciwan haydar dibin ku divê ne tenê li malê, li kolanê jî bi Kurdî biaxivin. Dema em serdana dikandarekî dikin, hûn dizanin ew Kurd e û hûn bi Kurdî li gel wan diaxivin, lê dîsa jî ew bi Tirkî bersivê didin. Mixabin, em li Êlihê gelek caran rastî vê pirsgirêkê tên. Helbet em ji wê zexta li ser ziman û çanda Kurdî ya ku dibe sedema van pirsgirêkan, agahdar in. Her wiha divê mirov bala xwe bidin ser geşbûna çanda medyaya dîjîtal jî. Ji bo ku zimanek bijî, nabe ku ew tenê bi çend kesên wekî nivîskar an siyasetmedar sînordar bimîne. Di dawiyê de, gel zimanekî zindî dihêle. Dema gel bi zimanê xwe diaxive,  yanî bi dikandaran, zarokan û mirovan re li cihên giştî sohbetê dike, ew ziman xurtir dibe. Wekî din, ew tenê wekî zimanê hunermend, nivîskar û siyasetmedaran dimîne."   'Parastina zimanê mirov, ji nava malbatê dest pê dike'   Şînda Ayazgun bal kişand ser wê yekê ku berê mirovan şerm dikir bi malbatên xwe re bi Tirkî biaxivin û got: "Berî tayînkirina qeyûman, me demekê li şaredariyê kreş vekiribûn. Wê demê tiştekî bala min kişand: malbatên ku zarokên xwe dianîn kreşê, bi wê hizrê tevdigeriyan ku 'Em Kurdî nizanin; bila zarokên me fêr bibin da ku em jî bi rêya wan fêr bibin.' Niha zimanê Kurdî hema bêje ji jiyana dayik û bavan dûr ketiye. Berê çandeke me ya xurt hebû. Em ne li dijî duzimanî ne. Em nabêjin ku divê Tirkî, Îngilîzî an Erebî neyên hînkirin; divê hemû ziman werin hînkirin. Fêrbûna zimanekî, di rastiyê de ji bo mirov û jiyana wî avantajek e. Xala girîng ev e: eger zarok di nava malbatê de bingeheke zimanê xwe ava bikin, eger Kurdî di binhişê xwe de ava bikin, wê demê fêrbûna Tirkî an Îngilîzî tu pirsgirêkê çênake û ew zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nakin. Lêbelê, eger ew di zaroktiya xwe de li malê zimanê xwe yê zikmakî fêr nebin, ew zêdetir rastî asîmîlasyonê tên. Ji ber vê yekê, axaftina bi Kurdî li malê gelek girîng e. Beriya her tiştî, divê mirov zimanê xwe yê zikmakî fêr bibe; zimanên din dikarin piştre werin fêrkirin."      ‘Em ji bo kesên ku dixwazin li ser destkeftiyên heyî tiştekî nû ava bikin, li vir in’   Şinda Ayazgun diyar kir ku ew ji bo kesên dixwazin Kurdî fêr bibin, her dem û li her derê amade ne û got: "Ziman hem ji bo civakê û hem jî ji bo malê gelek girîng e; ew wekî bingeh û stûnê ye. Lewma, çi ji destê we tê bikin da ku hûn bi Kurdî biaxivin, binivîsin û bixwînin. Ari-Der ji bo xelkê Êlihê derfeteke mezin e. Bêguman, li bajarên din jî saziyên me hene. Em li vir in û amade ne ku ji bo kesên dixwazin Kurdî fêr bibin, hem perwerdeya online û hem jî ya rûbirû pêşkêş bikin. Em ji bo kesên ku dixwazin ziman fêr bibin û beşdariyê li pêşxistina wî bikin, amade ne. Yên ku dixwzin  dewletan ava bikin berê bi ziman dest pê dikin. Ji ber vê yekê zimanê me ewqas girîng e. Zimanê me jixwe dewlemend e, lê divê em bi axaftin xwedin û nivîsandinê wî hîn zêdetir dewlemend bikin."