Ji serê sala 2026’an ve 378 kes hatine darvekirin 2026-08-25 12:40:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya Sêşema ji darvekirinan re na bal kişand ser dirûşma kampanyayê di xwepêşandanên teqawîbûyiyan de û wiha hat gotin: “Banga mamosteyan a ‘Ji darvekirinê re na’ divê ji hêla hêzên din ên civakê ve destek bibîne.”   Kampanyaya ‘Sêşema ji darvekirinan re na’ ku li 61 girtîgehên Îranê destpê kiriye, di hefteya xwe ya 135’an de didome.   Endamên kampanyayê, bi daxuyaniyekê zêdebûna hejmara darvekirina girtiyên siyasî bi bîr xistin û ragihandin ku hikûmet ji bo tepeserkirina xwepêşandanan ciwanan bi darve dike. Her wiha hat gotin ku di nav de erêkirina cezayê darvekirinê yê Arghavan Fallahî ku li girtîgeha Jinan a Evînê tê girtin, gelek girtiyên siyasî mehkûmî cezayên darvekirinê hatine kirin an jî ev ceza hatiye erêkirin.   Ji serê salê ve 378 girtî hatine darvekirin   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka sala 2026’an ve 378 girtî li girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin û hat gotin ku ji dema hikûmeta Pzîşkiyan hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha zêdetirî 4 hezar mirov hatine darvekirin.   Kampanyayê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dirûşma ‘Ji darvekirinan re na’ ku di xwepêşandanên mamosteyên teqawidbûyî de hat berzkirin û wiha hat gotin: “Em bi dil û can spasiya teqawidbûyiyan û her kesê ku dirûşma ‘Ji darvekirinê re na’ li mîtîngan, li taxan û deverên dûr dide bihîstin, dikin."   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku banga mamosteyan a ‘Ji darvekirinan re na’ divê ji aliyê karker û hêzên din ên civakî ve bê destekkirin. Divê di her polê de fêrî zarokan bê kirin ku rastî ne bi mirin û darvekirinê, bi mafê jiyanê tê parastin.   Navên girtîgehên ku grev lê didome ev in:   “Girtîgeha Evînê (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Qizil-Hesar (yekîneyên 2, 3 û 4), Girtîgeha Navendî ya Kerecê, Girtîgeha Ferdisê, Kerec, Girtîgeha Tehrana Mezin, Girtîgeha Qerçax, Girtîgeha Xorîn Varamîn, Girtîgeha Çobindar, Qezvîn, Girtîgeha Ehar, Girtîgeha Arak, Girtîgeha Langroud, Qum, Girtîgeha Xuremabad, Girtîgeha Borujerd, Girtîgeha Yasuc, Girtîgeha Esedabad, Girtîgeha Îsfehan, Girtîgeha Destgerd, Îsfehan, Girtîgeha Şeyban, Ehwaz, Girtîgeha Sepidar, Ehwaz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Nîzam, Girtîgeha Şîrazê Adelabad, Şîraz (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Fîrûzabad, Fars, Girtîgeha Dehdeşt, Girtîgeha Zahedan (beşên mêr û jinan), Girtîgeha Borazcan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbehan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Yezd (qada jin û mêr), Girtîgeha Kehnûcê, Girtîgeha Tebas, Girtîgeha Navendî ya Bîrcendê, Girtîgeha Meşhed,Girtîgeha Gorgan, Girtîgeha Sebzewar, Gonbad-Kavoos, Girtîgeha Qaemşehr, Girtîgeha Reşîd (Reş), Girtîgeha Hawiq Taleş, Girtîgeha Ezberam Lahican,Girtîgeha Dizelabad Kirmaşan, Erdebîl, Girtîgeha Tebrîz, Girtîgeha Urmiyê, Girtîgeha Selmas, Girtîgeha Xoyê, Girtîgeha Neqede, Girtîgeha Miandoab, Girtîgeha Mehabad, Girtîgeha Bokan, Girtîgeha Seqezî Girtîgeha Banê, Girtîgeha Merîwanê, Girtîgeha Borujenê, Girtîgeha Neyşabûrê, Girtîgeha Gaçsaranê û Girtîgeha Noor.”