Roja duyemîn a şîna li Wanê bi dawî bû 2026-08-25 18:02:51   WAN - Roja duyemîn a şîna pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi tevlibûna hezaran bi dawî bû.   Roja duyemîn a şîna pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li navçeya Artemêtan a Wanê hatiye danîn, bi tevlibûna hezaran welatiyan bi dawî bû. Di roja duyemîn de jî welatiyên Serhedê berê xwe dan şîna şehîdan û êş û serbilindiya malbatan parve kirin. Di tevahiya şînê de dirûşma “Şehîd namirin” qet kêm nebû û ji bo şehîdan dia hatin xwandin.   Di roja duyemîn de jî welatiyên Serhedê xwedî li şehîdên xwe derketin û bi komên girseyî herikîn qada şînê. Malbatên şehîdan jî li ser maseyan wêneyên şehîdên xwe danîn û bi kesk û sor û zeran xemilandin û bi serbilindî li pişt wêneyên şehîdên xwe sekinîn.   Wê şîn sibê bi xwendina mewlûdê û bernameya bîranînê berdewam bike.