Yekîtiya Jinên Suryanî konferansa xwe ya 6'emîn li dar xist 2026-08-28 15:24:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Suryanî, di konferansa xwe ya 6`emîn de ku li Qamişloyê hat lidarxistin, li ser mekanîzmayên ji bo hêzkirina jinên Suryanî û pêşxistina pegala rêxistinî ya yekîtiyê û danîna stratejiyeke xebatê ji bo qonaxa pêş de gotûbêj kir.   Îro li bajarê Qamoşloyê 6`emîn konferansa Yekîtiya Jinên Suryanî bi dirûşmeya " Dest Bi Dest Em Mirovahî û Welat Ava Dikin" bi beşdariya endamên yekîtiyê û nûnerên civaka Suryanî û saziyên sivîl û siyasî dest pê kir.   Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, seroka Yekîtiya Jinên Suryanî, Corcêt Bersûm, axivî û got: "Yekîtî li ser armancên zelal hatiye damezrandin, yên herî girîng ew in ku jinan bihêz bikin, hişyariya wan a li ser mafên xwe, beşdarbûna wan di jiyana giştî û cihên biryardanê de zêde bikin, piştgirîya perwerde û rahênanê bikin, zimanê Suryanî, çand û mîrata wan biparêzin û pirsgirêkên civakî, tenduristî û aborî yên ku bandorê li jin û zarokan dikin çareser bikin."   Corc;t destnîşan kir ku qonaxa li pêş dê qonaxa hebûna jinan di jiyana giştî û cihê biryardanê de be.   Piştre sîneizyoneke der barê xebatên  yekîtiyê hate nîşandan. Piştî vê yekê, dîwana  konferansê hat hilbijartin rapora ku ji hêla komîteya amadekar ve hatî pêşkêş kirin hat nirxandin.   Beşdaran kar û xebatên yekîtiyê nirxandin û stratejiyên ji bo çareserkirina pirsgirêka di qonaxa pêş de gotûbêj kirin.   Di konferansê rêziknameya Yekîtiyê hate xwendin û bi yekdengî hate pejirandin.    Konferans bi çend pêşniyaran bi dawî bû:   Hêzdarkirina jinên Suryanî da ku roleke girîng di avakirina siberoja neteweyê de bilîzin.   Baştirkirina şert û mercên perwerde, civakî û tenduristiyê yên jinên Suryanî da ku nûnertiya wan di hemû astan de misoger bibe.   Parstina çand û zimanê Suryanî berpirsiyariyeke bingehîn a jinên Suryanî ye.   Piştgiriya jinên Suryanî ji hêla aborî ve bi rêya çalakkirin û pêşxistina projeyên kui jiyana aborî hêsan bikin.