Nevîn Cerav: Rojnamegerên jin stûna Çapemeniya Azad in 2026-09-04 09:04:39   Devrîm Findik   STENBOL- Rojnameger Nevîn Cerav rola rojnamegerên jin a di kevneşopiya Çapemeniya Azad de nirxand û da zanîn ku rojnamegerên jin yên Kurd stuna sereke ya Çapemeniya Azadin û got: “Her cureyê heqîqeta ku desthilatdarî ser wê digire deşîfre dike.”   6’ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad ku sembola berxwedana li dijî polîtîkayên zext, êrîş û sansurê ye nêz dibe. Rojnameger Nevîn Cerav der barê têkoşîna dîrokî ya çapemeniya azad, cihê xweser yê rojnamegerên jin yên di vê kevneşopiyê de nirxand.   ‘Rojnamegerên jin stûna sereke ya çapemeniya azad in’   Nevîn Cerav da zanîn ku di seranserê de dîrokê de jinan ji bo bûyer neyên jibîkirin bûne bîra esas û got dîrokê her tim xwe berdewam kiriye. Nevîn Cerav wiha berdewam kir: “Di pirsgirêka Kurd de li dijî înkar, îmha û nenaskirina nsnameyê, xespkirina maf, Çapemeniya Azad rolek mezin lîstiye. Di van pêvajoyan de yên ewil hedef hatine girtin jinên Kurd in. Jinan têkoşîn û bîr her tim di plana pêş de girtine û hewl dane hişmendiya civakê zindî bimîne. Rojnamegerên jin û bi taybet jî rojnamegerên jin yên Kurd di çapemeniya azad de di eniya pêş de cih girtine. Bi nûçeyên çêkirine bîr teşe girtine, tiştên hatine jiyîn bi hemû dînamîkan re kirine yek û ji cîvakê re ragîhandine. Ev ragîhandin ji nifşê nû re  xwedîderketina li ziman, çand û îradeyê diafirîne. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku rojnamegerên jin yên Kurd stûna sereke ya Çapemeniya Azad in.”   ‘Çapemeniya jinê pergala ku tundiyê diafirîne îfşa dike’   Nevîn Cerav di berdewamiyê de anî ziman ku  li dijî zîhniyet û zimanê çapemeniya serdest a mêr  nûçegîhandiya jinê girîng û dîrokî ye û got: “Rojnamegerên jin yên Kurd bi saziyên xweser yên wekê JINHA, JINNEWS û Jin TV pêşengî kirin. Li Tirkiye û Cîhanê zor û zehmetiyên li pêş rojnamegerên jin hene. Rojnamegerên jin yên Kurd du kat  hedef tên girtin. Rastî zextên giran tên. Çapemeniya alîgir tundiyê normal dike û pergala ku tundiyê diafirîne û xizaniya jinan vedişêre. Lê çapemeniya jinê pergala ku tundiyê diafirîne îfaş dike.”   ‘Mîrateya Gurbetellî Ersoz rê nîşan dide’   Nevîn Cerav destnîşan kir ku yek ji sembolên çapemeniya Azad Gurbetellî Ersoz mîrasek hiştiye û wiha berdewam kir: “Gurbetellî Ersoz yek ji rojnamegerên jin ya herî girîn a Tirkiye û Kurdistanê ye. Li Tirkiyeyê wek yekemîn gerînendeya giştî ya jin derdikeve pêş. Bi têkoşîna ku da rê da gelek jinî. Têkoşîn, sekn, îrade û biryarbûna wê, feraseta nûçegîhandiya wêrek ya derxistiye holê, di bîra civakî de bersiveke xurt dît. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) her sal li ser navê wê xelatên rojnamegeriyê didin.Ez vê xebatê gelek girîng dimînim.”   ‘Bi nûçegihaniya wêrek torên fuhuşê deşîfre kirin’   Nevîn Cerav daxuyakirin ku tevî hemû zext û tehdîdan rojnameger li ser şopa heqîqetê ne û wiha vegot: “Rojnamegerên jin yên heqîqetê derdixin holê her tim hedef tên girtin. Lê civak dizane ku rastiyê kî baş dinîvîse. Rojnamegerên jin yên Kurd bi mînakên nûçegîhaniya wêrek, wek mînakên torên fuhuşê, Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş, Rojwelat Kizmaz û Îpek Er ku hatin xwestin serê van bên girtin, deşîfre kirin û heqîqet derxistin holê. Rojnamegerên jin bi baweriya ‘em rojnamegerin em di her şertî de karê xwe dikin’ tevdigerin. Ev bawerî pêşeroja Tirkiye û Kurdistanê ye.Ez Roja Çapemeniya Azad a hevpîşeyên xwe yên li pey heqîqetê ne pîroz dikim.” bağlam menüsü var