Reyhan Hacioglu: Çapemeniya azad encama israra heqîqetê ye 2026-09-05 09:04:12   STENBOL - Rojnameger Reyhan Hacioglu, bi minasebeta 6'ê Cotmehê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê axivî û diyar kir ku li dijî girtin, bombekirina buroyan û sansura dîjîtal, israra xwe ya derxistina heqîqetê didomînin.   Ji Osmaniyan heta Komarê rêbazên sansurê biguherin jî polîtîkayên desthilatdariyê ya kontrolkirina çapemeniyê neguherî. Çapemeniya Azad a Kurd ku bû hedefa van polîtîkayan, bi gelek êrîşan re, qetilkirin, girtin û astengiyan re hat rû hev. Lê tevî hemû zextan xebatkarên çapemeniya azad dest ji israra şopandina heqîqetê  bernedan.   Rojnameger-nivîskar Reyhan Hacioglu bi wesîleya 6’ê Cotmehê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê  der barê zextên li ser çapemeniya azad de axivî.   Ji salên 80’ê heta niha lêgerîna heqîqetê   Reyhan Hacioglu da zanîn ku li cîhanê salên 90’î  bi gotinên ‘dawiya dîrokê’ wek pêvajoya avkairina pergala kapîtalîst hatiye binavkirin û got: “Piştî belavbûna yekitiya sovyeta, hat îfadekirin k wê cîhan li ser pergala kapîtalîst bê meşandin û pêvajoyeke avakirina wisa destpêkiriye. Di vê nokteyê de divê çapemeniya azad hîn bêtir bihata dîtin. Têgeha çapemeniya azad salên 90’î de ji bre vê sedemê ket jiyana me. Ji bo bibin dengê gel têgeha çapemeniya azad ket jiyana me.”   ‘Em li Kurdistanê ketin herikbariyeke dîrokî ya bê navber’   Reyhan Hacioglu balkişand ser dîroka Çapemeniya Azad a Kurd û wiha domand: “Di navbera 1989-1998’an de kevneşopiyek  bê navber hat avakirin. Em dîroka çapemeniya azad di alî çapemeniya Kurd de wek dîroka 100 salî digirin dest. Lê sedema ku em ji salên 90’î didin destpêkirin, beriya wê girtin û sansûr pir zêde bûn. Piştî salên 90’î em ketin herikbariyeke dîrokî ya bê navber. Ev ji bo gelê Kurd jî demeke dîrokî bû. Wê demê bi têkoşîna gelê Kurd re, êrîşên li ser gelê Kurd zêde bûn. Vê bi xwe re hewcedariya weşangeriyeke xurt anî.”   ‘Kevneşopiyek ku heqîqet derxist holê bû’   Reyhan Hacioglu got piştî dareya 12’yê îlona 1980’ê şûnde zextên li ser civakê zêde bûne û piştî darbeyê zêdetir kar ketiye ser milê çapemeniyê û wiha dirêjî dayê: “Em wê demê de jî rastiyê wek heqîqet pênase dikin. rojnamegerên ew derxistin holê têgeha çapemeniya azad bikar dianîn. Di vî alî de di salên 90’î de gelek weşand, rojnameger, ajansên ev kevneşopî meşandin hebûn.Ger îro em behsa sedan heval û saziyî bikin ev encama israra di heqîqedê de bû.”   'Rêbaz û tundiya sansurê guherî’   Reyhan Hacioglu  balkişand ser sansur û polîtîkayên zextê yên ji Osmanî heta roja îro û wiha daxuyand: “Rêbaz û nêzîkatiyên desthilatdariyêyên li hember çapemeniyê cuda bûne. Ji dema îstîbdatê şûnde çapemeniya muxalîf her tim hedef hat girtin. Dema Osmaniyan de jî faliyetê çapemeniyê dihatin meşandin. Lê dema îstîbdatê de çapemenî evqas ne mezin bû.  Zextên wê demê bêguman hebûn lê wek ya îro ne zêde bû.”   ‘Pêvajoyên şer de girîngiya çapemeniyê jî zêde bû’   Reyhan Hacioglu  destnîşan kir ku bi dema komarê re çapemenî ji hêza çaremîn veguheriye hêza yekemîn  û di vê mijarê de jî wiha got: “Lêgerîna desthilatdariyê ya kontrolkirina çapemeniyê tu car neqedya. Ji salên 1950’yî heta 60’an li Tirkiyeyê siyaet guherî, li cîhanê jî alavên ragîhandina girseyî zêde bûn. Di dîrokê de têkoşîn û zext her tim guherîn û lê çapemenî bê navber di xeleka zextê de bû. Dema ku alava zextê ya desthilatdariyê zêde bû, bi rehetî berê xwe dida çapemeniyê. Lê zext û sansur tu car nehatin rakirin. Tenê rêbaz û teşe guherîn.”   ‘Di endeksa azadiya çapemeniya cîhanê de tablo bi xof e’   Reyhan Hacioglu li ser rêza azadiya çapemeniyê ya navneteweyî ya Tirkiyeyê jî sekinî û got navbera polîtîkayên desthilatdarî û heqîqeta welat de valahiyeke mezin heye û wiha domand: “Di nav 180 welatî de Tirkiye di rêza 150’yî de ye. Herî awî di rêza 163’an de bû. Ev tabloyek bi xof e.  Dema em li van hejmaran dinêrin dibînin ku li Tirkiyeyê tu carê azadiya fikr û ramanê nehatiye jiyîn.”   ‘Çapemeniya azad ne mexdur, aliyê  berxwedêr e’   Reyhan Hacioglu destnîşan kri ku tevî ku xebatkarên çapemeniya azad zextên giran û bedenên mezin dane jî şûnde gav navêtine û li dijî binçavkirin, girtin û êrîşan berxwedan domandine. Reyhan Hacioglu wiha vegot: “Ez çapemeniya azad wek ‘mexdurê her demê’ pênaeskirin, neheqî dibînim. Çapemeniya azad, aliyê ku her tim berxwedaye û bedel daye ye. Bi taybet 22 sale bi gelek êrîşan re hat rû hev. Lê tevî hemû êrîş û zextan berxwedan û rastiyeke çapemeniya azad a cidî heye.”   ‘Divê eniya rojnamegeriyê xurt be’   Reyhan Hacioglu di berdewamiya axaftina xwe de li ser derfetên u çapemeniya dîjîtal pêşkêşkiriye jî sekinî û da zanîn ku dîjîtalbûnê qadeke ku tekela çapemeniyê şikandiye pêşkêş kiriye.   Reyhan Hacioglu  der barê sekna bi rêgez a kevneşopiya çepameniya azad jî nirxandin kir û got: “Di alî dîroka cîhanê de heta ku binpêkirin, qirkirin, êrişên li hember gelan hebe hewcedarî bi çapemeniya azad heye.  Li dijî polîtîka parçekirinê piştevanî mirovan rizgar dike. Ji ber vê divê eniya rojnamegeriyê  xurt be.”