Di meha tebaxê de li Îranê herî kêm 82 kes hatin darvekirin 2026-09-06 13:58:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di rapora xwe ya nû de diyar kir ku di meha Tebaxê de herî kêm 82 kes hatine darvekirin. Bi van darvekirinan re, hejmara kesên ku ji destpêka salê ve li Îranê hatine kuştin gihîşt 532 kesan.   Zêdebûna hejmara darvekirinan li Îranê fikarên mafên mirovan zêde dike. Zêdebûna darvekirinan di mehên dawî de tometên ku rayedar cezayê darvekirinê wekî amûrek ji bo tepeserkirina siyasî û sînordarkirina azadiyê bi kar tînin, zêde kiriye.   Di meha Tebaxê de 82 kes hatin darvekirin   Di raporeke ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatiye nivîsandin de hatye diyarkirin ku ji kesên ku hatine darvekirin 40 jê bi sûcên kuştinê, 34 bi sûcên têkildarî madeyên hişbir û 8 jî bi sûcên têkildarî ewlehiyê hatine mehkûmkirin. Ji darvekirinên ku di meha Tebaxê de hatine kirin, tenê 10 bi fermî hatine ragihandin lê 72 yên mayî li gorî agahiyên ji du çavkaniyên serbixwe hatine belgekirin.   Hejmara giştî derket 532 kesan   Bi van dozan re, hejmara darvekirinên ku li Îranê ji destpêka salê heta dawiya Tebaxê hatine tomarkirin gihîşt 532’yan. Di navbera kesên ku hatine darvekirin de 18 jin, 31 xwepêşander, herî kêm 18 welatiyên Efgan û endamên hindikahiyên etnîk ên cuda hene.   Çîroka Marzîeh Nayerî   Marzîeh Nayerî di navbera jinên ku meha borî hatine darvekirin de bû. Li gorî rêxistinê, ew di 17 saliya xwe de bi zorê hatiye zewicandin û rastî êrîşa zayendî hatiye. Her wiha ew zilamê ku bi zorê pêre zewiciye xwastiye tecawîzê wê bike, lê ew jî xwe parastiye û bi kêrê wî kesê kuştiye. Dadgehê îdiaya wê xweparastinê red kir. Marzîeh Nayerî piştî ku nêzî pênc salan di girtîgehê de ma, li Girtîgeha Navendî ya Qezwînê hat darvekirin.