Li Stenbolê ji bo têkoşerên azadiyê dê bibîranîn bên lidarxistin 2026-09-10 11:00:54   STENBOL - Li Stenbolê bi pêşengiya MEBYA-DERê dê 3 rojan ji bo bibîranîna têkoşerên azadiya Kurdistanê yên di dem û deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bernameyên bîranînê bên lidarxistin.   Li Stenbolê ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê yên di dîrok û li cihên cuda jiyana xwe ji dest dane, dê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine  (MEBYA-DER)  de ya Stenbolê bernameya bîranînê were lidarxistin.   Malbatên têkoşeran, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî dê tevli bernameyê bibin.   Navçeyên ku dê bernameyên bibîranînê li werin bên lidarxistin ev in:   * 11'ê Îlonê: Li navçeyên Esenler, Zeytînbûrnû, Kagitxane û Sancaktepeyê.   * 12'ê Îlonê: Li navçeya Kagitxaneyê.   * 13'ê Îlonê: li Taxa Karayollari ya navçeya Gazîosmanpaşayê.