Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan tên bibîranîn 2026-09-12 12:20:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên bibîranînê yên ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin.   Çalakiyên bibîranînê, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine(MEBYA-DER) de, ji bo rêzgirtina li wan kesên ku di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, têne lidarxistin dewam dikin.   Mêrsîn   Hejmareke mezin a mirovan beşdarî roja duyemîn a merasîma bibîranînê bûn ku li Mala Şînê ya li Taxa Güneşê ya navçeya Akdenizê ya Mêrsînê hat lidarxistin. Li cihê çalakiyê pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne", "Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin" û "Şehîd namirin" hatin daliqandin. Li ser maseyên ku ji bo çalakiyê hatibûn amadekirin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane ligel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qerenfilên sor û alên biçûk ên zer, sor û kesk hatibûn danîn.   Dema ku malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştin cihê şînê, girseyê ew bi çepikan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" pêşwazî kirin. Bi sendan kes tevli çalakiyê bûn.   Merdîn    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, ji bo kesên ku di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, çalakiyeke bibîranînê hat lidarxistin. Roja ewil a bibîranînê ku li Salona Dawetê ya Arya Guneş a li taxa Berçemê pêk hat, bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" dest pê kir.   Li salonê pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Şehîd parêzvanên nirxên hezar salî ne" hatin daliqandin; mase bi alên biçûk ên zer, sor û kesk hatin xemilandin û li ser wan wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qurnefîl hatin danîn. Malbatên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dema hatin cihê çalakiyê, ji aliyê welatiyan ve bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin; her wiha beşdaran gelek caran dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin", "Rêya şehîdan rêya me ye; Apo rêberê me ye" û "Bijî Rêber Apo" berz kirin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.   Hezex   Roja duyemîn a bernameya bibîranînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ku li Mala Sersaxiyê ya Mizgefta li Taxa Atakent a Hezexê dihat lidarxistinbi herikîna zêde ya kesên ku serdan kirin didome. Wêneyên şehîdan li cihê çalakiyê hatin danîn û mase bi kulîlk û rengên sor, zer û kesk hatin xemilandin. Pankartên bi nivîsên "Şehîd ronahiya rêya me ne" û "Şehîdên me rûmeta me ne" li wir hatin daliqandin û posterekî mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.   Di heman demê de, dengê dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" li cihê çalakiyê bilind dibe û bi çepik û tilîliyan piştgirî tê dayîn.   Sîlopiya   Bernameya bibîranînê ya ku li Mizgefta Vali Kamil Acun a li Taxa Dicle ya Silopiyayê dihat lidarxistin, di saetên serê sibehê de dest pê kir. Wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li ser maseyên li cihê çalakiyê hatin danîn. Wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Şehîd ronahiya rêya me ne" û "Şehîdên me rûmeta me ne" li wir hatin daliqandin. Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî çalakiyê bûn, li nêzîkî mala sersaxiyê kom bûn û bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" ber bi cihê bibîranînê ve meşiyan. Malbat û kesên çûn serdanê Dayikên Aştiyê bi çepikên li ser piyan pêşwazî kirin; çepik û dirûşme ji bo demeke dirêj berdewam kirin.     Qileban   Li navçeya Qilebanê, roja duyemîn a merasîma bîranînê ya ku ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane ji aliyê MEBYA-DER'ê ve li Mala Şîniyê ya Taxa Şantiyeyê ya Roboskîyê hatibû organîzekirin, bi serdanan dest pê kir. Li cihê merasîmê pankartên bi nivîsên "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Şehîd ronahiya rêya me ne" hatin daliqandin. Di bîranînê de ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî lê hebû, li ber wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, qurnefîlên sor hatin danîn.   Elkê   Bernameya bîranînê ya ji bo Sozdar Abi (Jinda Faraşîn) ku li pêşiya mala malbatê ya li gundê Germavê yê Elkê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zeki İrmez di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew ê mîrateya têkoşînê ya kesên jiyana xwe ji dest dane biparêzin û wê têkoşînê berfireh bikin.   Merasîma bîranînê dê îro piştî xwendina Mewlûdê bi dawî bibe.   Sêrt   Bi pêşengiya MEBYA-DERê, li Salona Uğurê merasîmeke bîranînê ji bo kesên ku di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, tê lidarxistin; dirûşma "Şehîd namirin" tê berzkirin.   Di merasîma bîranînê de ku serê sibê dest pê kir, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran welatiyên ji bajarên cuda amade ne. Pankartên bi nivîsên "Tekoşîna wan rêya me ronî dike", "Em deyndarê şehîdên xwe ne", "Şehîdên me rûmeta me ne", "Cewhera jiyana me şehîdên me ne" û "Xeyalên cangoriyan bi rêxistinbûyîn û xwedîderketinê pêk tên" li salonê hatine daliqandin; her wiha postereke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane jî li wir cih digirin. Çalakiyê bi xwendina Mewlûdê dest pê kir.   Merasîma bîranînê dê piştî nîşandana vîdyoyekê ku ji bo saet 16:00'ê ya îro hatiye plankirin, bi dawî bibe.     Wan   Li Wanê, merasîma bîranînê ya ku ji aliyê MEBYA-DERê ve li Salona Raduyê ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser maseyên ku li salonê hatine danîn hatine bicihkirin; her wiha pankartên bi nivîsên "Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin", "Şehîd ronahiya rêya me ne" û "Şehîdên me rûmeta me ne" û posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatine daliqandin. Di çalakiya  ku bi beşdariya bi hezaran kesan tê lidarxistin, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bi berdewamî tên berzkirin. Merasîma bibîranînê bi xwendina Mewlûdê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Piştî xwendina Mewlûdê, dê ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane, pêşandana vîdyoyekê were kirin.     Erdîş   Çalakiya bîranînê ya ku bi pêşengiya MEBYA-DER'ê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, li navçeya Erdîşê  ya Wanê di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Li hola ku çalakî lê tê lidarxistin, pankartên bi nivîsên "Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin", "Şehîdên me rûmeta me ne" û "Şehîd namirin" hatin daliqandin.     Ebex   Çalakiyên bîranînê yên li gundên Nezrave, Tikme, Kel û Selikê yên navçeya Ebexê di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dikin. Di çalakiya ku nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên girseyî û her wiha gelek welatî beşdar bûn de gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.   Riha   Çalakiya bîranînê ya ku li navçeya Wêranşarê ji aliyê KAT-DER'ê ve hat organîzekirin, ji bo rêzgirtina li kesên ku di dem û herêmên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Li Mala Sersaxiyê ya Sîyamend Akbaş a li Taxa Yeniyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd ketine, hatin danîn. Di hundirê salonê de, ku pankartên bi nivîsên "Şervanên Kurdistanê, şehîdên azadiyê, em şopdarên rêya we ne" û "Doza me ji bo soza me ye; soza me ji bo şehîdên me ye" lê hatibûn daliqandin, kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.     Di roja duyemîn a bîranînê de jî hejmareke zêde ya welatiyan serdana cihê çalakiyê kirin. Welatiyên ku bi komî hatin, dirûşmên wekî "Şehîd namirin", "Rêya şehîdan rêya me ye; Apo rêberê me ye" û "Bijî Rêber Apo" berz kirin.   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir jî beşdarî bîranîna li Wêranşarê bû û sersaxî da malbatan.   Çalakiya bîranînê bi serdanên berdewam didome.   Pirsûs   Çalakiyeke bîranînê ya ku ji aliyê KAT-DER'ê ve ji bo kesên di dem û  li cihên cuda di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye organîzekirin, li Mala Şînê ya Mustafa Dag a li Taxa Sarayaltiyê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Bi hezaran kesên ku beşdarî çalakiyê bûn, bi qîrkirina dirûşma "Şehîd namirin" ketin  holê.     Li hola bîranîn lê tê lidarxistin wêneyên 12 kesên ku jiyana xwe ji dest dane û postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Li ser maseyên ku ji bo çalakiyê hatibûn amadekirin, ligel wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, alên biçûk ên zer, sor û kesk, kulîlk qerenfîl û gul hatin danîn. Di tevahiya çalakiyê de, girseyê gelek caran dirûşmên wekî "Rêya şehîdan rêya me ye; Apo rêberê me ye", "Bijî Rêber Apo" û "Şehîd namirin" berz kirin.