TJK-E'yê ji bo têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir 2026-09-14 11:55:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) di salvegera çaremîn a qetilkirina Jîna Emînî de bang kir ku li dijî darvekirin, zextên siyasî û her cûre êrişên li hemberî îradeya jinan piştevaniyeke xurt bê kirin.   TJK-E'yê di salvegera çaremîn a qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî de daxuyaniyek weşand, ku Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve di binê çavan de hatibû qetilkirin.   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna azadiya jinê ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê li cîhanê belav bû, hîn jî zindî ye."   Hate destnîşankirin ku jin û gel li dijî zext, înkar û zordariyê ji bo li ser azadî, wekhevî, demokrasî û paşeroja xwe bibin xwedî gotin, îradeya xwe bi biryardarî diparêzin.   TJK-E'yê işaret bi polîtîkayên dewleta Îranê yên ji bo tepisandina muxalefeta civakî û daxwazên demokrasî û azadiyê kir û got, "Jinên li Rojhilat û Îranê li gel mercên giran ên zextê jî rêxistiniya xwe xurt dikin û qadên xwe yên têkoşînê bi dewamî berfireh dikin. Kampanyayên li dijî darvekirinê ji sînorên Îranê derbas bûn û veguherîn mijara piştevaniya navneteweyî. Têkoşîna azadiyê ya jinan li deverên cuda yên cîhanê bi têkoşînên azadî û wekheviyê re dibe yek."   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 'Jin, Jiyan, Azadî' bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û şoreşa Rojava re gihîşt girseyên berfireh û li gel berxwedana jinan a li Rojhilat bû nîşaneyeke xurt a gerdûnîbûnê.   TJK-E'yê got, "Tevgerên jinan û têkoşînên jinan ên li dijî qirkirina jinan û her cûre tundiya li hemberî jinan li çar aliyên cîhanê bilind dibin, hêz û îlhamê ji fikrê azadiyê yê 'Jin, Jiyan, Azadî'yê werdigirin."   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku daxwaza jinan a ku ji bo li ser jiyan, beden û paşeroja xwe xwedî mafê gotinê be nikare bê taloqkirin û nabe bibe mijara bazariyê û hate gotin, "Li civakeke ku jin lê ne azad e, mirov nikare qala demokrasî, wekhevî û azadiya rasteqîn bike."   Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû, "Tişta ku îro pêwîstî pê heye bêdengî nîne, piştevaniyeke hîn xurtir e. Ji ber demê bêhtir girîng e ku li dijî polîtîkayên darvekirinê, zexta siyasî û her cûre kiryarên li dijî îradeya jinan deng bê bilindkirin, têkoşîna jinan a li Îranê û Rojhilat bê nîşandan û ev têkoşîn bi têkoşîna azadiyê ya hevpar a jinên cîhanê re bibe yek."