Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû 2026-09-14 13:17:17   STENBOL - Rojnameger Pinar Gayip ku bi hinceta “endamê rêxistinê ye” ev nêzî 7 meh in girtî bû, di danişîna yekemîn de tehliye bû.   Di 3'yê Sibatê de operasyona qirkirina siyasî li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê pê hat lidarxistin. Rojnameger Pinar Gayip, Elîf Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun jî di operasyonekê de hatibûn binçavkirin û girtin.   Danişîna yekemîn a doza xebatkara ETHA'yê Pinar Gayip ê ku bi hinceta “endama rêxistinê ye” dihat darizandin, di Dadgeha Cezaya Giran a 23'yemîn li Edliyeya Stenbolê de hate dîtin. Pinar Gayip tev li dadgehê bû û parastina xwe kir.   Pinar Gayip diyar kir ku ji salên 90î ve rastî îşkenceyan hatine û wiha got: “Mûsa Anter, Metîn Goktepe, Hrant Dink û dîsa di demekî nêz de Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji ber rastiyan derxistine holê hatin kuştin. Ji ber nasnameya min a rojnemegerî ez hatim girtin. Ev 10 sal in li ETHA'yê dixebitim û bi avayekî aşkere dibêjim vê. Sûcên ku li ser min tên gotin qebûl nakim.”   Piştî parastina Pinar Gayip meqama îdiayê mutalaayê xwe pêşkeş kir û derbarê Pinar Gayip de berdewamiya girtinî xwest.   Parêzeran li dijî mutalaayê parastina xwe kirin û daxwaza tehliyeya Pinar Gayip kirin.   Dadgeh biryara tehliyeyê da û dozê taloqî 7'ê Kanûnê kir.