Kongra Star: Divê perwerdeya bi zimanê Kurdî hebe 2026-09-15 10:52:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star a Til daxwaza dabînkirina mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê dayikê û berfirhekirina hebûna zimanê kurdî di hemû qonaxên perwerdeyê de kir û destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê piştgiriyê dide avakirina civakê li ser wekhevî, azadî û rêzdariyê.   Kongra Star a Til Temirê têkildarî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya girêdayî mijara dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Kongra Star a li bajêr ji hêla endama Kongra Star Lînda El Yûnis ve bi amadebûna nûnerên jin ên saziyên sivîl û rêxistinên jinan hat dayîn.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ziman ne tenê wesîleya dan û standinê ye, ew ji bo nasname, çand, dîrok û hebûna civakekê esas e, parastina zimanê kurdî û pêşxistina wî mafekî esasî ye, ji mafê her kesekî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, divê tenê bi dayîna çend dersan neyê sînordarkirin.   Di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên peywendîdar hat kirin ku perwerdeya bi zimanê kurdî bê naskirin û misogerkirin, divê karmendên perwerdeyê, pirtûk û materyalên ji bo perwerdeya zimanê kurdî werin dabînkirin, divê bêyî cudakarî rêzdarî li hember mafên zimanî yên hemû gelan bên hebe.