Hesabê Instagramê yê ajansa me hat rawestandin 2026-09-15 11:02:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê Instagramê yê ajansa me yê bi navê "jinnews_ajans" – ku ji bo weşanên bi zimanê Tirkî dihat bikaranîn, bi hinceta binpêkirina "Pîvanên Civakê" hat rawestandin. Ajansa me dê çalakiyên xwe yên li ser Instagramê bi rêya hesabekî nû bidomîne.   Hesabê Instagramê yê "jinnews_ajans", ku ajansa me bi rêya wê nûçe bi zimanê Tirkî belav dikirin, hat rawestandin. Instagramê ragihand ku hesab ji ber binpêkirina "Pîvanên Civakî" hatiye rawestandin.   Hûn dikarin nûçe û pêşketinên herî dawî yên ajansa me bi rêya hesabê me yê nû yê Instagramê, "jin.ajans", bişopînin.