Li Dêrazorê teqîn: 11 kesî jiyana xwe ji dest da 2026-09-19 11:10:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê di teqînê de heta niha cenazeyên 11 kesan hatin dîtin û 10 kes jî birîndar bûn.   Li bajarokê Eyaş ê dikeve rojavayê Dêrazorê duh teqîn çêbû. Aliyên têkildar dan zanîn ku depoya cebilxaneyê teqiyaye û ev depo girêdayî Wezareta Parastinê ye.    Li gorî agahiyên herî dawî heyanî niha di encama teqînê de 11 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne, xebatên lêgerînê hîna berdewam dike.