Li medreseya aîdî polîsê teqawit îddiaya destdirêjiya sîstematîk 2026-09-24 09:25:22   Şehriban Aslan-Aysel Işik    AMED - Piştî derketina dîmenên ku Fahri Aktan hewl dide li medreseyekê ya li navçeyek Amedê tecawiz li zarok bike, hat hînbûn ku xwediyê medreseyê polîsê teqawîtbûyî Azîz Aktan e. Her wiha, hat îdiakirin ku li medreseyê îstismar û tecawizkirina sîstematîk a zarokên din jî pêk hatiye.   Du roj berê, me dîmenên Fahri Aktan ê li medreseyê dixebite û karmendekî berê yê PTT'yê ye bi dest xist. Di dîmen de Fahri Aktan hewl dide li medreseyekê ya li navçeyek Amedê tecawiz li zarok bike. Piştî kifşkirina bûyerê, lêpirsîn hate destpêkirin. Li gorî agahiyên me, sûcdar hewl da bireve, lê du roj berê, polîsan êvarê bi ser mala wî de girt  û ew binçav kirin.   Medrese ya polîsekî teqawîtbûyî ye!   Li gorî agahiyên me bi dest xistine, medrese ya polîsê teqawîtbûyî Aziz Aktan e û ev medrese 10 sal in tê xebitandin. Her wiha hatiye hînbûn ku zarokên di bin 18 salî de têne qebûlkirin û bi taybetî zarokên biçûk têne hilbijartin.   Çavkaniyek nexwest navê xwe bide îdia kir Fahri Aktan ê hewl da destdirêjî zarok bike, di heman demê de pismamê Azîz Aktan e û destdirêjiya sîstematîk li medreseyê hatiye bikaranîn. Çavkaniyê her wiha îdia kir ku çend kesên li medreseyê dixebitin ji destdirêjiyê haydar bûn, ji xwediyê medreseyê Azîz Aktan re ragihandin, lê bûyer hatin veşartin.   Kesên ku ji bûyerê haydar bûn ji kar hatin derxistin   Her wiha hat hînbûn ku kesên li hember tiştên li medreseyê qewimîn nerazîbûn nîşan dan an jî hewl dan gilî bikin, ji aliyê polîsê teqawîtbûyî Azîz Aktan ve ji kar hatin derxistin. Azîz Aktan derbarê wan de wiha gotiye, "Ew derewan dikin, dizî kirine, pirsgirêkên wan hebûn."   Îdiayên derman xistine xwarina zarokan    Şahidên em bi wan re axivîn diyar kirin ku M.C. yê paşnavê wî nayê zanîn û li medreseyê wekî aşpêj dixebite, dermanek nenas xistiye nav xwarina zarokan.   Çavkaniyek ku li navçeyê dijî û ji ber sedemên ewlehiyê em nikarin navê wî eşkere bikin, her wiha tiştên ew di derbarê tiştên li medreseyê qewimîn de dizanin vegot.   'Zarokên bi temenê biçûk digirtin medreseyê'   Çavkaniyek, diyar kir ku medrese bi taybetî qeydên zarokên biçûk digire û wiha îdia kir: "Xwediyê medreseyê polîsê teqawîtbûyî Azîz Aktan e. Polîsek dizane çi bi serê zarokan tê û çavê xwe ji vê yekê digire. Ma ev polîs e? Ma ev dewlet e? Polîsekî teqawîtbûyî çiqas dikare dewlemend be? Azîz Aktan û Fahrî Aktan xwediyê gelek milk e. Wisa dixuye wan bexşên ji bo medreseyê xistine bêrîka xwe. Tenê li milkên Azîz Aktan binêrin; hûn ê bibînin ka çi dibe. Fahrî Aktan, karmendekî PTT'ê ye, çawa dikare ewqas avahiyan bi dest bixe? Ew di heman demê de di gendeliyê de ne. Van kesan bi Galip Ensarioglu re jî têkiliyên wan hene. Galip Ensarioglu beşdarî vekirina medreseyê bû."   'Malbatan piştre zarokên xwe neşandin'   Çavkaniyek diyar kir ku gelek malbatên li navçeyê yên zarokên xwe dişandin medreseyê piştî sê an çar mehan ew êdî nedişandin û digotin, "Dibe ku bi dehan kesan zarokên xwe birine û dûv re ew êdî neşandine. Lê kes nabêje çima wan zarokên xwe ji medreseyê vekişandine. Zarok jî nikarin rewşa xwe rave bikin. Ji ber vê yekê, bûyer têne veşartin. Mînak, ez malbatekê nas dikim ku sê zarokên xwe şandine medreseyê. Piştre wan dev ji şandina wan berda. Me ji wan pirsî çima, lê wan negot. Dema ku ev bûyer hate zanîn, me fêm kir ku çima mirov zarokên xwe ji medreseyê derdixin."   Çavkaniyê her wiha îdia kir ku Azîz Aktan hatiye binçavkirin û divê kesên din ên ku li medreseyê dixebitin di zûtirîn demê de werin girtin.