Li Londonê wê ‘Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin 2026-09-25 11:39:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Londonê "Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk" a ku dê di 29-30’ê Îlonê de bê lidarxistin pirsgirêka Kurd, tecrubeyên çareseriya şer û aştiyê ya li herêmê cuda yên cîhanê bê nirxandin.   Paytexta Ingilistan London wê ji konferansekê re malovaniyê bike ku çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêvajoyên aştiyê yên navneteweyî lê bêne nirxandin.   Konferans wê ji aliyê Centre for Kurdish Affairsê ve di 29-30'ê Îlonê de li Hamilton Houseyê bi navê "Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk" bê lidarxistin. Gelek siyasetmedarên Kurd, akademîsyen, rojnamevan, nûnên civaka sivîl û pisporên ku di pêvajoyên aştiyê yên welatên cuda de cih girtin wê beşdarî konferansê bibin.   Wezîrê Karên Derve yê Ingilistanê yê berê û Alîkarê Serokwezîr David Lammy, parlamenterên Partiya Karker Catherine West û Bambos Charalambous jî diyar kirin ku ew piştgiriyê didin armancên konferansê.   Di roja destpêkê ya konferansê de wê pêvajoyên aştiyê yên li Îrlanda Bakur, Kolombiya, Efrîkaya Başûr, Welatê Baskê, Katalonya û Tîrol a Başûr bêne nirxandin.   Sernavên muzakere û diyaloga siyasî, derbasbûna ji şer ber bi siyaseta demokratîk, bêçekbûn, jinûve entegrasyon, parvekirina erkê, xweserî û garantiyên destûra bingehîn wê bi tecrûbeyên welatên cuda werin nirxandin.   Victoria Sandino ku beşdarî pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê bû wê bi rêya dîmen peyamekê ji konferansê re bişîne.   Di rûniştinên 30'ê Îlonê de wê yekser aliyên siyasî, hiqûqî, civakî û herêmî yên pirsgirêka Kurd bêne nirxandin.   Li gel nîqaşa li ser paşeroja siyaseta Kurd, temsîla demokratîk, rêveberiyên xwecihî û rola civaka sivîl û dîasporayê her wiha wê bûyerên li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê ya li ser Kurdan jî bê nirxandin.   Di bernameyê de her wiha wê rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de, tevlîbûna hindikahiyan, mafên mirovan, azadiya çapemeniyê û lihevkirina civakî werin nirxandin.   Li gel Pervîn Buldan, Gultan Kişanak, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serpîl Kemalbay û Osman Baydemîr wê gelek akademîsyen, rojnamevan û pisporên pêvajoyên aştiyê yên navneteweyî li konferansê amade bin.    Koordînatora Centre for Kurdish Affarisê Nejla Arî anî ziman ku armanc ji konferansê ew e ku tecrûbeyên aştiyê yên li welatên cuda bi tecrûbeyên siyasî yên Kurdan re li ser heman platformê bigihîne hev.