Tulay Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê hemû alî berpirsyariyên xwe bi cih bînin 2026-09-27 16:06:13   ERZIROM - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Kongreya Erziromê de axivî û diyar kir ku pêvajo di qonaxek nû de ye û got: “Pêwîstiya Tirkiyeyê bi rêveberiyek edemokratîk heye. Em Kurd, Elewî, jin ji rêveberiya demokratîk re amade ne.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Kongreya bajêr a asayî ya 2’emîn a rêxistina bajarê Erzîromê  li dar xist. Kongreya ku li Otelek a bajar bi dirûşmeya ‘Ji bo Civaka Aştî û Demokrasiyê em xwe rêxistin dikin’ hate lidarxistin, hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari û gelek welatî beşdar bûn.    Tulay Hatîmogûllari di kongreyê de axivî û diyar kir ku ev kongre di heman demê de pêngaveke siyasî ye û wiha got: “Di demek ku siyaset jinûve tê avakirin, di demek de ku em Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava dikin, her kongreya em pêk tînin di heman demê de pêngaveke siyasî ye.”   ‘Divê hemû alî erk û wezîfeyên xwe bi cih binîn’   Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku yasaya çarçoveyê firsendên gelekî girîng da Tirkiyeyê û wiha got: “Lê belê bi şertê ku bi cih bê anîn. Ger di pêvajoyên pratîkî de yê ku ev yasaya çarçoveyê datîne holê gavên şênber neyên avêtin, hingî em ê bi hev re vê pêvajoyê ji dest bidin. Lewma di serî de dewlet û desthilatdarî, berpirsyar, hemû alî divê erk û wezîfeyên xwe bi cih bînin û bi vê têgihiştinê tevbigerin.”   ‘Gelê Kurd hebûna xwe îspat kiriye’   Tulay Hatîmogûllari di dewama axaftina xwe de diyar kir ku pêvajo bi temaşekirin û bendêmayinê bi ser nakeve û wiha dom kir: “Pêvajoya aştiyê dê li ser sêniya zêrîn pêşkêşî me neyê kirin. Em ê bi têkoşînê bi dest bixin. Bi banga birêz Abdullah Ocalan re Banga Aştî û Civaka Demokratîk deriyên pêvajoyeke nupînû vekiriye. Gelê Kurd heta niha bi têkoşîna man û nemanê re rûbirû bû. Lê belê êdî cîhanê hebûna bi rûmet a gelê Kurd dîtiye. Gelê Kurd xwe li cîhanê îspat kiriye, nîşan daye. Bi têkoşîna xwe, bi perspektîfa xwe, bi sekna xwe ya rêxistinî li Sûriye, Iraq, Îran, Tirkiyeyê hebûna xwe li cîhanê îspat kiriye. Birêz Ocalan dibêje divê dem derbasî asteke nupînû bibin. Di vê qonaxa nupînû de em neçar in êdî destketiyên siyasî û hiqûqî şênber bikin. Yanî em di wê astê de ne ku têkoşîna demokrasiyê bi rengê herî xurt bimeşînin û çareseriya pirsgirêka Kurd bigihînin nasnameyeke siyasî û zemîneke hiqûqî.”   ‘Em Kurd, Elewî, jin ji rêveberiya demokratîk re amade ne’   Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku bi têgihiştina Tevgera Komara Demokratîk ew amade ne welat rê ve bibin û wiha got: “Pêwîstiya vî welatî bi rêveberiyeke demokratîk heye. Wek DEM Partî em namzet in ku Tirkiyeyê bi rengekî demokratîk bi rê ve bibin. Em ê feraseteke welê ya rêveberiyê ava bikin ku li vî welatî wê kes li derve neyê hiştin. Wê kes tine neyê hesibandin. Em ê demokrasiyê ne tenê bikin sîwana xwe. Demokrasî tê wateya nêzîkatiya wekhev a li her kesî. Cûdahiya me dê nebe. Em Kurd, Elewî, jin ji rêveberiya demokratîk re amade ne.”   ‘Avakirina aştî û civaka demokratîk ’   Tulay Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em di qonaxeke nupînû de ne. Em hevoka destpêkê ya rûpelekî nupînû dinivîsînin. Hevoka destpêkê wê mezinkirin, berfirehkirin û xurtkirina têkoşîna demokrasiyê be. Hevoka destpêkê ya vê rûpelê ev e. Em dikarin vê bi ser bixînin. Tiştek nîne ku hêzeke rêxistinbûyî nikaribe bi ser bixîne. Dibe ku kêmasiyên me hebe, dibe ku nêzîkatiyên me yên şaş hebin, şaşitiyên me hebin. Ji qada xwecihî heta bi navendê dibe ku hemû hebin. Di vê mijarê de nêzîkatiya me ya herî girîng rêxnekirin û rexnedayin e. Timî aliyê mezin ê wêne bibîne. Aliyê mezin ê wêne avakirina aştî û civaka demokratîk e.”