'Bila berpirs hesap bidin' 2026-09-28 13:07:40   ADANA - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê  ya Edenayê, derbarê mirina Rojîn Kabaiş ku di şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyek da û got: "Em ê heta ku berpirsiyar bên cezakirin, vê dozê bişopînin."   Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Parka Înonî daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û xwest ku sedema mirina Rojîn Kabaiş ku piştî windabûnê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû bi temamî bê ronîkirin. Şükran Efeturk, li ser navê meclîsê axivî û diyar kir ku tevî demeke dirêj derbas bûye jî sedema mirina Rojîn Kabaiş û îhtîmala tevlêbûna aliyên sêyemîn hêj bi temamî nehatine zelalkirin.   ‘Divê were zelalkirin’   Şukran Efeturk bi gotina ku lêpirsîn bi awayekî têrker nehatiye meşandin, bal kişand ser wê yekê ku di nimûneyên ji bedena Rojîn Kabaiş hatine wergirtin de,  DNA'yên du mêrên cuda hatine tespîtkirin û tekez kir ku divê çavkaniya van DNA'yan bêyî tu gumanekê were zelalkirin.   ‘Divê ewlehiya xwendekaran were misogerkirin’   Herwiha Şukran Efeturk anî ziman ku berpirsiyariya Zanîngeha Van Yuzuncu Yil ku Rojîn Kabaiş lê xwendekar bû, ya wargeha ku lê dima, nayê paşguhkirin û got: "Divê were lêkolînkirin ka piştî windabûna Rojînê, mekanîzmayên pêwîst ên agahdarkirin û destwerdanê di wextê xwe de hatine çalakkirin an na û ka dîmenên kamerayê bi awayekî saxlem hatine parastin an na. Misogerkirina ewlehiya xwendekaran berpirsiyariya saziyan e."   ‘Em ê dozê bişopînin’   Şukran Efeturk, bi rexnekirina wan hewldanên ku mirinên bi guman ên jinan, beriya komkirina hemû delîlan, bi sedemên wekî xwekuştin an qezayan ve girê didin re destnîşan kir ku barê têkoşîna ji bo eşkerekirina rastiyê nikare tenê li ser milê malbat û rêxistinên jinan were hiştin.Şukran Efeturk, bi bîr xist ku dewlet xwediyê berpirsiyariyeke erênî ye ji bo parastina mafê jiyanê, daxwaz kir ku kêmasiyên di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de werin sererastkirin û derbarê berpirsiyaran de pêvajoya qanûnî were destpêkirin. Şukran Efeturk anî ziman ku ew ê ji nêz ve şopandina dozê bidomînin heta ku şert û mercên mirina Rojin Kabaiş bi temamî zelal bibin û berpirsiyar werin darizandin.