Cenazeyên 25 Êzidiyên hatibûn qetilkiri li Şengalê hatin definkirin 2026-10-01 19:26:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê bi merasîmekê cenazeyên 25 Êzidiyên di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de hatine qetilkirin, hatin wergirtin û li goristanên Şengalê hatin veşartin.   Karwanê 9’an yê kesên di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de jiyana xwe ji dest bûn û ji sala 2019’an ve ji gorên komî yên Koço  hatibûn derxistin, radestî malbatên wan hatin kirin. Beriya du rojan, 25 cenazeyên Êzidiyên hatibûn qetilkirin ji Daîreya Tiba Edlî ya Bexdayê hatin derxistin û ji bo Mûsilê hatin şandin.   Cenaze ji Mûsilê birin Şengalê û ji aliyê bi hezaran kesî ve li bîrdariya kesên di fermanê de jiyan axwe ji dest dane ya li gundê Solê bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin. Di merasîmê de nûnerên aliyên siyasî, civakî, leşkerî, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Şengalê bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir.   Piştre rê û rismên olî hatine gêran û li ber dengê Def û Şibêba û yek bi yek navên kesên ku cenazeyên wan hatibûn, hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştî ku cenaze radestî malbatan hatin kirin, ku piraniya wan ji Koçoyê bûn, li goristanan hatine veşartin.   Pêvajoya vekirina gorên komî yên qurbaniyên Komkujiya 3’yê Tabxê  ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn kuştin, bi awayekî fermî di 15’ê Adara 2019’an de li gundê Koço destpê kir. Li seranserê Şengalê bi giştî 96 gorên komî ligel bi dehan gorên ferdî hatine tespîtkirin.   Her wiha heta niha 321 cenaze ji bo Şengalê hatine şandin û zêdetirî 500 cenaze li Bexdayê ne û malbatên wan li bendê ne ku bên vegerandin Şengalê.