Kesê destdirêjî li wêneyên pakrewanan kiribûn hatin binçavkirin 2026-10-14 14:10:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate zanîn ku kesê bi navê Nasir Tariq Etiya destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kiriye û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye girtin.   Nûçegihana ANHA'yê agahî da ku kesê bi navê Nasir Tariq Etiya duh li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyê şehîdên jin kiribû û ew niha ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye binçavkirin.    Duh (çarşem) li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdan hatibû kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî ew wêne ji nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran hatiye wergirtin.   Nasir Tariq Atiya ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye.