Girtiya siyasî Nahîd Khodajo sewqî Girtîgeha Kaçuyî hate kirin 2026-10-20 20:01:57   NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Karkerên Azad a Îranê, ragihand ku çalakvana tevgera karkeran û girtiya siyasî ya berê Nahîd Khodajo sewqî Girtîgeha Kaçuyî ya li Kerecê hatiye kirin.   Nahîd Khodajo ya di 7’ê Cotmehê de hatibû girtin, piştî du hefteyan bi malbatê re hevdîtina telefonê pêkanî û ragihandiye ku ew li koxuşa tenduristî ya Girtîgeha Kaçuyî ya li Kerecê tê ragirtin.   Hate ragihandin ku çalakvana karkerên Îranê û girtiya siyasî ya berê Nahîd Khodajo, di 7’ê Cotmehê de bêyî ku ji malbat an hevalên wê re were ragihandin, hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye birin. Piştî ku malbata wê 5 rojan agahî ji keça xwe negirt, di 11’ê Cotmehê de çûn mala wê. Hate diyar kirin ku alavên wê li erdê hatiye belav kirin.   Nahîd Khodajo, berê jî ji ber çalakiyên xwe yên têkildarî karkeran hatibû girtin. Nahîd Khodajo, di 1’ê Gulana 2019’an de di çalakiya Roja Karkeran a Navneteweyî de li pêşiya Parlamentoya Komara Îslamî ya Îranê hatibû binçavkirin. Nahîd Khodajo, mehkûmê 6 salên cezayê girtîgehê û 74 qamçiyan hatibû kirin û 5 salên cezayê wê hatiba kişandin.   Nahîd Khodajo, di 2023’an de ji bo kişandina cezayê xwe ji nû ve hate binçavkirin û şandin girtîgehê. Nahîd Khodajo, di 16’ê Îlonê de ji Girtîgeha Kerçek a li Varaminê hate berdan.