Ayşegul Dogan derbarê rojeva MYK'ê de daxuyanî da 2026-10-22 15:11:32   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bi lêv kir ku dirêjkirina demê pêvajoyê enfekte dike û wiha got: “Pirsa şert û mercên birêz Ocalan dê kengî bên başkirin dipirsin? Desteya Aştî û Siyasetê dê kengî dest bi xebatan bike. Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de ye û asteng dike?”   Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên rojevê li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku bi beşdariya hevserokên giştî Desteya Rêveberiya Wan a Navendî civiya û wiha axivî: “Me di nava hefteyê de serdana Yenî Partiyê kir. Serdanên me yên bi partiyên siyasî re bidomînin.”   Ayşegul Dogan bal kişand ser neliritiya fonan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi pirsgirêkeke kronîk ve rû bi rû ne. Li meclisê têkildarî vê neliritiyê pêşniyar qanûnên tê axaftin. Ew neliritî bi qanûneke ve nikare bê çareserkirin. Yên li ser vê nelirtiyê tên cezakirin jî rojnamegerên derbarê vê neliritiyê de nûçe çêkirin e. Heke desthilat dixwazê em li ser lêpirsînên vê neliritiyê baweriyê bînin divê di serî de rojnamegerên van neliritiyan dinivisînin neyên cezakirin. Di demên dawî de hin burokrat ji peywîrê hatine dûrxistin. Ew geşedaneke girîng e. Lê ne gaveke mezin e. Divê kesên berpirsyariya wan a siyasî hene bêne cezakirin. Partiyan xwest li meclisê komîsyoneke lêkolînê bê avakirin lê asteng kirin. Ew jî fikarên wisa derdixîne; gelo çi vêdişerin? Em ê heta dawî şopdarê vê neliritiyê bibin.”   Kampanyaya ‘Ji bo nan, aştî û edaletê budçe’   Ayşegul Dogan bal kişand ser budçeya sala 2027an û wiha axivî: “Me kampanyayek jî da destpêkirin. Di civînê de jî li ser vê kampanyayê em axivîn. Hevdîtinên budçeyê dê meheke bidomin. Em jî li dijî vê yekê çalakî û xebatên xwe bikin. Em amadekariya starta kampanyaya “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” ku hevserokên me yên giştî dê tev li bibin û li gelek navendan çalakiyan li dar bixînin dikin. Em ê hevdîtin, çalakî û mîtîngan li dar bixin. Di meha Kanûnê de jî em ê vê kampanyayê li Enqereyê bi dawî bikin û bi vê kampanyayê em ê biryardarî û dengê xwe bigihînin li her derê.”   ‘Dirêjkirina demê pêvajoyê enfekte dike’   Ayşegul Dogan destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de mabesta wan pêkanîna demokrasiyeyê û wiha pê dê çû: “2 sal berê bi banga birêz Bahçelî ew pêvajo dest pê kir. Piştî vê bangê piştî tecrîdeke demeke dirêj parlamenterê me yê Rihayê Omer Ocalan çû Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin pêkanî û nêrîna birêz Ocalan ji raya giştî re parve kir. Niha di merhaleya em gihiştine piştî qanûna çarçoveyî Rêveberiya Tevgerê daxuyand ew li hemû cihên dê xetereya pevçûnan derbixîne vekişiyane. Divê heta niha deriyên Îmraliyê vêbibûna û bi birêz Ocalan re hevdîtin bikirina. Lê destpêkirina pêvajoyê vir ve şert û mercên birêz Ocalan nehatine başkirin. Pirsa şert û mercên birêz Ocalan dê kengî bên başkirin dipirsin? Desteya Aştî û Siyasetê dê kengî dest bi xebatan bike. Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de ye û asteng dike? Dirêjkirina demê pêvajoyê enfekte dike. Li benda çi ne?”   Zextên li ser çapemenî û girtiyên siyasî   Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan diyar kir ku hê jî ne diyariyên pêkanîna qanûna çarçoveyî berdewam dike û wiha got: “Hê jî li girtîgehan binpêkirina mafan pêk tên. Hê jî girtiyên 30 sal in di girtîgehan de ne berdana wan tê taloqkirin. Li gor daneyên OHDê di nav 3 mehan de berdana 90 girtiyan hatiye astengkirin û bi hincetên keyfî girtî nayên berdan. Binpêkirinên mafan li dijî girtiyan hê berdewam dike. Em qala pêvajoya veguherîna demokrasiyê dikin. Divê sepanên di girtîgehan de biguherin û binpêkirina mafan bi dawî bibe. Li Sîncanê girtiyên jin tevî cezayê wan qediyaye jî berdana wan tê taloqkirin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Girtî Alî Adiman ji bo peyva birêz Ocalan berdana wî 6 salan hatiye dirêjkirin. Em bang li Wezîrê Dadê dikin; Gavên şênber biavêjin. Gavên şênber jî dawîanîna van sepanan e. Ji aliyê din vê jî roja Şemiyê rojnameger dadikevin qadan. Hê jî sepanên zextê li ser çapemeniyê didomin. Ji bo wê jî baweriya civakê ya pêvajoyê kêm dibe. Em ê jî piştgiriya çalakiya rojnamegeran a roja şemiyê bibin.”   ‘Divê êdî gavên şênber bên avêtin’   Li ser pirsa rojnamegeran Ayşegul Dogan anî ziman ku ji bo aştiyê hewcehî bi qanûnên mayindê hene û wiha got: “Divê êdî gavên şênber bên avêtin. Rêyedarên dewletê dibêjin pirsgirêk di pêvajoyê de tune ye. Lê ji aliyê din vê jî Rêveberiya Tevgerê dibêje tevî gavên wan avêtine jî li muqabilî van gavan deriyên Îmraliyê nehatine vekirin û birêz Ocalan di şert û mercên xebata azad de kar bike.”