
Jinên Peyasê bi Atolyeya Mûman Ronahiyê geş dikin
- 10:03 9 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê li Bazara Kedê ya Jinan dest bi “Xebata Atolyeya Mûman” kir. Atolyeya ku eleqeyek mezin dît, bi hevgirtina jinan pêk hat û bi berhemdariya wan dewam kir.
Di atolyeya mûman de, jinan bi teknîkên cihêreng mûmên estetîk çêkirin û afirîneriya xwe nîşan dan. Atolye bi beşdariya Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û gelek aktivîstên jinan li Bazara Kedê ya Jinan pêk hat û bi afirandina berheman bi dawî bû.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar derbarê atolyeya mûman axivî û got: “Di atolyeyê de tê diyar kirin ku dema mûmek, mûmeke din vêdixe ji ronahiya xwe tiştekî winda nake, hevgirtin û têkoşîna jinan jî bi vê ferasetê didome.”
Berpirsiyaran dilxweşiya xwe ji eleqeya ji bo xebatên li Bazara Kedê ya Jinan nîşan dan û diyar kirin ku xebatên bi vî rengî di jiyana civakî û aborî de bi piştgirî û beşdariya jinan roleke girîng dilîze.