
‘Bi Serokatiyê re Diyalogên Jiyana Azad, rêyeke nû pêşkêş dike’
- 09:02 12 Gulan 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Oktay der barê armanca ‘Bi Serokatiyê re Diyalogên Jiyana Azad’ axivî û got: “Armanc ev e ku bi hevkariya tecrubeyek xwendina kolektîf pirsgirêkên civakî bi hev re bên nîqaşkirin.”
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), di çarçoveya kampanyaya ‘ji bo Abdullah Ocalan re çareserî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ starta kampanyaya ‘Bi Serokatiyê re Diyalogên Jiyana Azad’ da. Di çarçoveya vê kampanyayê de li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên Ewropayê jin tên gel hev û jin eleqeyek mezin nîşan didin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Oktay der barê kampanyayê de axivî.
‘Analîzên Abdullah Ocalan perspektîfek alternatîf pêşkêş dike’
Hatîce Oktay balkişand ser armanca bernameyê û wiha vegot: “Armanc ev e ku bi hevkariya tecrubeyek xwendina kolektîf pirsgirêkên civakî bi hev re bên nîqaşkirin. Xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan, têkildarî fikrên wî yên xweser ên der barê demokrasî, azadî û civakî ye. Ji bilî pergala heyî perspektîfek alternatîf pêşkêş dike. Ji ber vê jî di pêvajoya xwendinê de ne tenê metnek, di heman demê de nêrînek nû tê pêşkirin. Ji ber vê pirtûkên wî bi bandor in.”
‘Fikrên bêdeng û nayên dîtin, li vir tên dîtin’
Hatîce Oktay daxuyakirin ku diyaloga azad, qadeke ku her kes bi awayekî azad fikrên xwe tîne ziman e û wiha dirêjî dayê: “Ez hawireke ku cudahî wek dewlemendî tên dîtin, rexne ji bo guherînê tên bikaranîn xeyal dikim. Bernameyên wisa vê pêkan dikin. Fikrên hatine bêdengkirin û ji nedîtive hatine dîtin tên dîtin. Ev gelek bi nirx e. Piştî xwendinê ez xwe ji nûve difikirim. Ez terza xwe lêpirsîn dikim.”
Ji bo tevlibûnê bang
Hatîce Oktay wiha dawî lê anî: “Hinek pirtûkên di çarçoveya bernameyê de min xwendibûn. Lê bi komî xwendin tecrubeyek cuda pêşkêş kir. Ez ji bo her kesî van pirtûkan pêşniyar dikim. Ev pirtûk tenê tiştan nade fêrkirin, di heman demê de teşeyê fikr û nêrîn dide qezenckirin.divê her kes van metnan nas bikin. Ez banga tevlibûnê li hemû jinan dikim. Bila tevli bernameyên me yên xwendinê bibin.”