'Armanca esas pêkanîna yekitiya netewa kurd e'

  • 09:03 16 Tebax 2025
  • Rojane
ÊLIH - Sekreterya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Songul Korkmaz, da zanîn ku însiyatîf di mijara pêşxistina "Pêvajoya aştî û civaka demokrtîk" de cihekî girîng digire û rêgeza wan ya esas avkairina civaka demokratîk e.
 
Înîsiyatîfa Yekitiyê ku ji hêla partiyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê û nûnerên saziyên bawerî û demokratîk ve hate avakirin, li Amedê damezirandina xwe ragihandin. Di deklarasyonê de hate gotin ku armanca înîsiyatîfê ew e ku yekitiya gel, bawerî û çandên cuda yên li Kurdistanê pêk bîne û dê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne.
 
Sekreterya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Songul Korkmaz, der barê pêvajoya ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirinê de axivî.
 
Armanca esas pêkanîna yekitiya netewa Kurd e
 
Songul Korkmaz da zanîn ku armanca avakirina însiyatîfê ve ku Yekitiya Neteweya Kurd bê avakirin û wih agot: “Ligel vê armanc eve ku zimanê dayikê bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo çand û baeriyên li Kurdisatn û Tirkiyeyê, hemû gel bi ziman, bawerî, çand û nasnamey axwe bijîn wê xebatên me bimeşin.  Di vê dema ku polîtîkayên şerê taybet derketiye asta herî jor de wê xebatên me yên li dijî şer bidomin. Piştre jî li dijî tundiya li ser jinan polîtîkayên li hember ciwanan wê xebatên me hebin. Em ê li dijî destdirêjî û hişbirê têkoşîna xwe li her derê bimeşînin.”
 
Xebatên berfireh yên însiyatîfê
 
Songul Korkmaz destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd plansaziya xebatên wan ya berfireh heye û ev tişt bi lêv kir: “Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurde wê komxebat, panel û atolyeyên me hebin. Wê gel jî tevli van xebatan bibin. Xebatên me yên di qada ekolojîk, aborî, tenduristî û gelek qadan de didomin. Me 26’ê Tîrmehê de li Bazidê konferansek pêk anî. di konferansê de hewcedariya bi yekitiya neteweya Kurd derket holê. Parastin û piştgiriya ji bo banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd 27’ê Sibatê de kiriye, di nokteyek girîng de cih digire.Hewce bi rêbazên aştiyane û demokratîk heye.  Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê hemû kesî. Divê her kes tevli pêvajoyê bibe.”