Ji Dayikên Aştiyê daxwaza avêtina gavên şênber

  • 09:05 17 Tebax 2025
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz 
 
WAN - Dayikên Aştiyê der barê pêvajoyê de axivîn û gotin: "Abdullah Ocalan, PKK û Gelê Kurd gavên girîng avêtine  û divê dewlet jî bersivê bide van gavên ku hatine avêtin."
 
Pêvajoya aştiyê ya ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir hat destpêkirin gihişt qonaxek nû. Di vê pêvajoyê de bangên Abdullah Ocalan, gavên ku PKK’ê avêtin û israra Gelê Kurd a di aştiyê de hêvî û baweriyek mezin afirand. Gelê ku ji dewletê gava şênber dipê, daxwaza wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û berdana girtiyên siyasî ne.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê der barê pêvajoyê de axivîn.
 
‘Çavên me li girtîgehan e’
 
Dayika Aştiyê Besê Aydogan diyar kir ku Kurdan ji bo aştiyê gavên pêwist avêtine û wiha got: “Lê dewletê hîna gavek şênber navêtiye. Kezeba me hemûyan şewitiye. Me parçeyên zarokên xwe nedîtin. Tevî vê em dibêjin aştî. Ez bang li dayikên gerîla, polîs û leşkeran dikim. Dest bidin hev. Ev barekî giran e. Em bi hev re rabikin. Bila êdî xwîn nerêje. Bila zarokên me neyên qetilkirin. Çavên me li girtîgehan e. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Çima serokomar û AKP gavê navêje? Çavên me li wan e. Bendewariya me ji komîsyonê ev eku pêvajoyê lez bikin û gavê bavêjin.”
 
‘Me Kurdan berpirsyariya xwe anî cih’
 
Dayika aştiyê Hanîfe Koçak jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “PKK’ê çek şewitandin. Tevî evqas tiştî hîna dewletê gav navêtiye. Girtiyan bernadin. Girtîgeh tije kirine. Tundî û heqeretan li girtiyan dikin. Tahliyeya girtiyan taloq dikin. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan û edalet dikim; bila ji bo aştiyê dest bidin hev. Êdî tiştekî em bikin nemaye. Me Kurdan berpirsyariya xwe anî cih. PKK’ê çek şewitandin. Parlamenter û nûnerên me der barê pêvajoyê de çi hewce ne dikin. Lê mixabin dewletê hîna gav navêtiye. Em azadiya fîzîkî ya serokatiya xwe dixwazin. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Bila dayik rondikan nebarînin.”
 
‘Abdullah Ocalan bang li hemû cîhanê kirin’
 
Dayika Aştiyê Kevê Işik jî destnîşan kir ku destpêkirina pêvajoya aştiyê gavek pîroze û ev tişt anî ziman: “Abdullah Ocalan bang li hemû cîhanê kir. Li dijî vê berpirsyariya herî mezin gelê Kurd girt ser xwe. Hemû kesên dijî ker û lal tevdigerin. Deng ji kesî dernayê. Ev nikare bê qebûlkirin. Aştî ji bo hemû mirovan pîroze. Wê her kes ji aştiyê fêdeyê bibîne. Çavên hezaran dayîkî li vê pêvajoyê ye. Bila her kes xwedî li pêvajoyê derkeve. Bila deriyên Îmraliyê  bên vekirin. PKK’ê gav avêt û çek şewitandin. Ev derbasî dîroka cîhanê bû. Divê her kes wateya vê ya pîroz bizanibe. Ew çek çima hatin şewitandin. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe. Bala me li komîsyona meclîsê ye. Em bang li komîsyonê dikin bila wekhevin, xwedî wijdan bin û newekheviyê nekin.”