
Banga xwedî li derketina pêvajoyê
- 09:06 17 Tebax 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
BEDLÎS - Aktîvîsta TJA’yê Sureyya Aydin der barê rola jinan a di pêvajoya avakirina "Aştî û civaka demokratîk" de axivî û got: “Divê vê pêvajoyê de bi taybet jin rola xwe bilîzin. Divê jin li her derê pêvajoyê vebêjin. Ji ber ku wê pêvajo bi têkoşîna jinan pêş bikeve. Wê bi keda jinan mezin bibe. Felsefeya Abdullah Ocalan di vir de rê nîşan dide.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de "Banga aştî û civaka demokratîk" kir û bi vê re pêvajoyek nû dest pê kir. Ji her alî ji bo bangê piştgirî hat û piştî bangê gelek pêşketin hatin jiyîn. Di avakirina "Aştî û civaka demokratîk" de jin rolek aktîf dilîzin. Jinên ku herî zêde ji şer bandor dibin, bi salane ji bo aştiyê têdikoşin û bi biryar in.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sureyya Aydin, der barê rola jinan a di pêvajoyê de axivî.
‘Hezar sal in jin di avakirina jiyanê de rol dilîzin’
Sureyya Aydin balkişand ser rola jinan a di pêvajoya avakirinê de û wiha bi lêv kir: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektîfa xwe de li ser rola jinan sekinî. Li ser sê nokteyan girt dest. Li şûna modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk danî. Ya duyem jî ekolojî ye. Di vir de rola jinê ya di jiyanê gotin. Jin bi hezaran salane ji bo jiyanek nû têdikoşin û rola xwe dilîzin. Ji ber vê jî em dibêjin ku divê jin di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin.”
‘Her qada jiyanê bi pêşengiya jinê destcpê dike’
Sureyya Aydin destnîşan kir ku roja jinan a di avakirina "Aştî û civaka demokratîk" de girînge û wiha bi lêv kir: “Her qada jiyanê bi pêşengiya jinan dest pê dike. Jinan her tim hilberandin. Jinan vê pêvajoyê bi gelek çalakî û bernameyan pêşengî kirin. Piştî 27’ê Sibatê şûnde gelek gav hatin avêtin, jin hatin gel hev, mîhrîcan pêk anîn. Jin her tim bi gotin û têkoşîna xwe hebûn. Baweriya me tam e ku wê vê pêvajoyê de jî jin rola xwe bilîzin.”
‘Felsefeya Abdullah Ocalan rê dide ber me’
Sureyya Aydin di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Destpêka pêvajoyê de hestên me yên hestyarî û kêfxweşiyê ligel hev hatin jiyîn. Lê dema me li felsefeya Rêber Apo mêze kir, me pêvajo hîn baştir fêm kir. Ewil pirs di serê me de hebûn lê ev bi demê re bi fêmkirina felsefeyê çareser bûn. Me li taxan gundan hevdîtin kirin. Bêguman fikarên jinan dayikan hebûn. Digotin ‘wê çi bibe?’ Em vê ji gel re vedibêjin. Wê PKK nav me de be. Em ê bi PKK’ê re bijîn. Lê piştî nokteyekê divê aştiya civakî ya demorkatîk pêk bê. Em mirovan di vê nokteyê de îqna dikin û biser jî dikevin.”