
Bila girtiyê nexweşê şîzofrenê bê berdan
- 09:05 18 Tebax 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Hevjîna girtiyê nexweşê şîzofrenê Feyzî Adanir, Nesîbe Adanir da zanîn ku divê hevjînê wê demidlest bê berdan û got: “Aştî wisa nabe, divê cîhan di mijara mafên mirovan de dengê xwe bilind bike.”
Girtiyê nexweşê şîzofrenê Feyzî Adanir yê 32 sal e girtî ye, li girtîgeha Afyonê tê girtin û sewqê Saziya Tipa Edlî nayê kirin. Feyzî Adanir bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne û divê di Nîsana 2026’an de bê tahliyekirin. Hevjîna wî Nesîbe Adanir got Lijneya Îdarî û Şopanidnê bi hincetên cuda tahliyeya wî taloq dikin û got hevjînê wê li girtîgehê nexweş ketiye û du hefte berê jî krîza dil derbas kiriye.
Nesbîbe Adanir bi lêv kir ku divê demildest hevjînê wê bê berdan û got: “Di 1993’and e polîsan bi ser mala me de girtin. Polîsan bi destê xwe çek danîn bin lehîfa zaroka min. Wekê ku me ev çek daniye nîşandan. Min bertek nîşan da lê tundî li min kirin. Zarokê min yê 4 salî ji tirsan bi salan neaxivî.”
Surgun, cezayên hucreyan û îşkence
Nesîbe Adanir di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Hevjînê min ji girtîgeha Bucayê surgunê Naziliyê kirin. Dema ku min ew dît min nas nekir. Heliya bû. Digot ‘min ji vir derxin dermanên ku ez nizanim didin min.’Beriya biçe wir tiştekî wî tunebû. Bi salane dermanên giran danê û encama îşkenceyan de şîzofren bû. Psîklojiya wî xera kirin. Hevalên wî digotin tevî 12 rojan îşkence dîtiye tu tiştek ji wan re venegotiye.”
‘Krîza dil derbas kir’
Nesîbe Adanir di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Hevjînê min herî dawî ji Bandirmayê birin girîgeha Afyonkarahîsarê. Em çûn girtîgeha Bandirmayê agahiya me pê çê bû. Li girtîgehê îşkence li 26 girtiyan kirin. Du hefte berê jî krîza dil derbas kiriye anjiyo bûye û agahî nedan me. Hevjînê min di 2004’an de ji ber nexweşiyê hat tahliyekirin. Lê di 2007’an de dîsa hat girtin. Tevî nexweşiya şîzofrenê rapora dikare girtî bimînin dan hevjînê min. Hevalên wî alîkariya wî dikin. Dibe ku zirarê jî bide xwe. Hevalên wî dermanên wî didinê. Em nizanin bi rêk û pêk digire an na. Girtina wî bê wate ye. Ev edalet e? Aştî wisa nabe divê hemû cîhan li dijî vê dengê xwe bilind bike. Li şûna tahliyeyê heldidin ku sewqê nexweşxaneya Nexweşiyên Rih û Sînîr a Bakirkoyê bê kirin.”