
Li Wanê mirina bi gûman a jînekê
- 11:56 22 Tebax 2025
- Rojane
WAN – Jinekê li Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku jina jiyana xwe ji dest daye întîhar kiriye.
Dilek Aslan di 20'ê Tebaxê de li taxa Xaçort a Wanê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Hat îdakirin ku Dîlek Aslan întîhar kîriye. Derbarê lêpirsîna bûyerê de tu agahî nehatine wergirtin.
Di vê navberê de, Platforma Jinan a Wanê dê îro saet di 13:00'an de serdana cihê şînê ya li mala Dilek Aslan a li taxa Xaçortê bike.