'Polîtîkayên bêcezahiştinê hêzê didin polîs û leşkeran'

  • 09:08 24 Tebax 2025
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG – Polîtîkayên tundûtûjiyê yên hêzn dewletê ku li Kurdistanê ve têne meşandin, her roj dibin sedema têkçûna jiyana zarok, jin û ciwanan. Hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sibel Çapraz li ser sersariya ku ji hêla dezgehên bicîhanîna qanûnê yên li Kurdistanê ve tê kirin axivî û got, "Em sersariya dadweriyê di vî warî de bi wê yekê ve girêdidin ku bi taybetî hêzên dewletê bi cezayên pêwist nayên cezakirin.  Ev yek jî dibe sedem ku ev hêz li gorî dilê xwe tevbigerin."
 
Polîtîkayên tundûtûjiyê yên dewletê ku ji hêzn wê ve li Kurdistanê têne meşandin, her roj dibin sedema jiyana zarok, jin û ciwanan ku jiyana xwe ji dest bidin. Kiryarên sîstematîk ên îşkenceyê, çi di binçavkirinê de, çi li kolanan, çi jî di dema serdegirtinên malan de, gelek caran dibin sedema kuştinên nediyar.
 
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz, derbarê îşkenceya ku ji alyê hêzên dewletê ve tê kirin û derbarê polîtîkayên bêcezahiştinê de axivî.
 
'Zarokên Kurd bi salan e li Kurdistanê bi îşkenceyê re rûbirû ne'
 
Sîbel Çapraz diyar kir ku tundiya li dijî zarokan li Kurdistanê, sedem çi dibe bila bibe, nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku di salên dawî de tundiya li dijî zarok, ciwan û jinan ji aliyê hêzên hêzên dewletê ve, bi taybetî li Colemêrg û navçeyên derdora wê, zêde bûye. Sîbel Çapraz di berdewamiyê de wiha go, "Ciwan û zarokên Kurd li Kurdistanê demek dirêj e rastî vê îşkenceyê tên. Ger em bîranînên xwe bînin bîra xwe, em dikarin behsa serdemekê bikin ku tundî, bi taybetî tundiya li dijî zarokan ji aliyê hêzên dewletê ve, piştî sala 2008'an pir zêde bûye. Bi hezaran zarok ji aliyê hêzên dewletê ve rastî îşkenceyê hatine û hin ji wan jiyana xwe ji dest dane. Lê piraniya van bûyeran jî dozên hatine vekirin bi bêcezahiştinê bi dawî bûne."
 
Çend mînakên ji zarokên ku hatine îşkencekirin 
 
Sibel Çapraz, çend mînakên ciwan û zarokên ku li Colemêrgê ji aliyê hêzên dewleê ve rastî îşkenceyê hatine, anî ziman û got, "Enver Turan di dema xwepêşandanan de ji aliyê çawişek ve hate hedefgirtin û rasterast hate gulebarankirin. Hatip Kurt di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên dewletê ve bi tundî hate lêdan, bêhiş ket û birîndar bû. Seyfi Turan di 23'yê Nîsanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi qûndaxa tifingê li serê wî hate xistin û birîndar bû. Cuneyt Ertuş jî ji aliyê polîsekî ve hate girtin, destê wî hate şikandin. Erdem Aşkan ê 5 salî dema ku wesayîta polîsekî bi cilên sivîl lê da mir. Şerzan Akdoğan jî dema ku futbolê dilîst dema ku ji aliyê tankekê ve hate lêdan birîndar bû. Îro, Elyesa Taş piştî ku dema li bisiklêta xwe siwar dibû li jina çawişek da, hate lêdan û destê wê hate şikandin. Ev tenê çend mînak in. Dema ku em van hemû bîranînan tînin cem hev, em bêcezatiya ku li vî welatî ji hêzên dewletê re,  dibînin."
 
'Divê ji bo tundûtûjiya li dijî zarokan ceza hebin'
 
Sibel Çapraz tekez kir ku erkdarên bicîhanîna qanûnê xwedî zihniyetek in ku dihêle ew her cûre tundûtûjiyê, bi parêzbendiyê veşêrin, bikin û divê dadwerî di vî warî de bêalî bimîne û cezayên giran bide. Sîbel Çapraz got, "Bêyî ku kî tundûtûjiyê dike, bêyî ku cewherê tundûtûjiyê çi be; nemaze tundûtûjiya li dijî zarokan, divê bêceza nemîne.  Mixabin, çi li dijî jinan be çi li dijî zarokan be, heman muamele tê sepandin. Bêyî cezayên giran, ev sûc wê her bên dûbarkirin. "
 
'Dema ku her kes bêdeng be, bawerî namîne'
 
Sîbel Çapraz, tekez kir ku divê her kes berpirsiyariya polîtîkayên tundûtûjî, îşkence û bêcezatiyê bigire ser xwe û got, "Ez bawer dikim ku hêzên ewlehiyê li van herêman dibin sedema tirsê. Bi gotineke din, ez bawer dikim ku ew hestek girîng a serdestî û tirsê di nav gel de diçînin. Ger ev hemû girtin û pêvajoyên qanûnî bi rastî bêyî îşkenceyê bihatana kirin, dibe ku mirov biçûna îfadeyên xwe bidana û bihatana berdan. Li vir e tundûtûjî tê kirin. Em vê yekê bi sersariya dadweriyê ve girêdidin, nemaze ji ber ku gelek cezayên li ser hêzên dewletê nayên sepandin û hêzên dewletê vê yekê wekî hêza xwe dibînin û li gorî dilê xwe tevdigerin. Dema ku her kes bêdeng be, mixabin bawerî namîne."