Li Mêrdînê lêgerîna ji bo nexweşa Alzheimerê didome

  • 15:04 3 Nîsan 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Qoser a Mêrdînê ev 2 roj in nexweşa Alzheimerê Cemîle Ozkan (80) winda ye û xebatên lêgerînê didomin.
 
Li gundê Mîstafamîlîk ê navçeya Qoser a Mêrdînê, ev 2 roj in xebatên lêgerînê ji bo nexweşa Alzheimerê Cemîle Ozkan (80) didomin.
 
Cemîle Ozkan a ku piştî ji mal derket, heta niha tu agahî jê nehatiye wergirtin. Komên cendirme, AFAD û xizmên wê li herêmê xebatên lêgerînê didomînin. Di lêgerînê de heta niha tu şopek nehatiye dîtin.