Şakîla Qasemî 70 roj in di hucreya yekkesî de ye
- 15:47 16 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Xwişka Şakîla Qasemî fikarên xwe yên li ser tenduristî û ewlehiya Şakîla, anî ziman û diyar kir ku 70 roj in xwişka wê di hucreya yekkesî de ye.
Malbata Şakîla Qasimî, ya dîzaykara grafîkî û perwerdekara otîzmê ku li Kermana Îranê hatiye girtin, ji ber mayîna wê ya dirêj a di hucreya tenê de fikarên xwe anîn ziman. Di vîdyoyeke ku îro hat weşandin de, xwişka Şakîla, diyar kir ku Şakîla nêzî 70 rojan e di hucreya tenê de ye û fikarên xwe yên li ser rewşa wê ya derûnî û fîzîkî anî ziman.
Li gorî raporên destpêkê, Şakîla Qasimî di Sibata 2026’an de di serdegirtina hêzên ewlehiyê ya li ser mala xwe de hatiye girtin. Her wiha da zanîn ku mal bi tevahî hatiye lêgerînkirin û amûrên elektronîkî, di nav de telefonên destan û leptopên Şakîla Qasimî û endamên malbatê, hatine desteserkirin.
Malbatê hê jî tu agahiyên fermî û zelal der barê sedemên girtina wê yan jî sûcdariyên li dijî wê de negirtiye.
Malbata Şakîla Qasimî tekez kir ku li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî û Peymanên Cenevreyê divê mafê jiyanê û mafên bingehîn ên girtiyan di her şert û mercî de werin parastin û daxwaza bidawîanîna girtina kêfî û kiryarên derqanûnî kir.







