Şêniyên Qamişloyê ji bo mafê ziman meşiyan

  • 13:43 30 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes ji xwendekar, mamoste û şêniyên Qamişloyê meşiyan û xwestin, mafê ziman di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de bê naskirin.
 
Mamoste, xwendekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û gelê bajarê Qamişloyê ji bo mafê ziman destûra nû ya Sûriyeyê de bê misogerkirin meşiyan. Meşê li Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê destpê kir.
 
Xwendekar û mamoste bi cilên gelêrî beşdarî meşê bûn. Beriya meş destpê bike hunermed Mizgîn Tahir bi xwendekaran re strana “Zimanê Kurdî” got. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.
 
Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Mîtîngê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir û xwendekaran sirûda netewî “Ey Reqîb” xwend.
 
Di mîtîngê de Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hecelî Roja Zimanê Kurdî li xwendekar, mamoste û gel pîroz kir. Semîra Hecelî bal kişand ser ked û xebata ji bo perwerdeya zimanê kurdî û wiha got: “Bi berdêlên pir giran şehîdên me bi xwîna xwe tîpên zimanê kurdî xêz kirin. Ji bo vê ev kar û xebat heta niha bi serkeftî derbas bûn. Zarokên me li dibistan û zanîngehên xwe bi kurdî xwend, îro kar û xebatên xwe bi kurdî dimeşînin. Ev serkeftineke mezin bû, ji ber ku gelek bi zimanê xwe heye.”
 
Semîra Hecelî bal kişand ser rewşa diyalogê ya ji bo mafê zimanê kurdî û wiha axivî: “Em ê her kes ji aliyê xwe de ji bo zimanê me bikeve destûrê, xebatê bimeşîne. Em di hefteyê de 2 saetan napejirînin.”
 
Endamê Desteya Kedkaran Şêro Şero jî 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Em vê rojê li kedkarê herî mezin Rêber Apo pîroz dikin. Îro gelê me doza mafê xwe yê rewa dike. Doza mafê ziman dike. Em ê jî heta dawiyê wek kedkar doza mafê xwe yê rewa bikin.”
 
Mîtîng bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.