Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • 12:39 4 Gulan 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li gundê Birtewa yê navçeya Artukluyê jina bi navê Kader Baştaş bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Welatiya bi navê Kader Baştaş a 30 salî, li mala xwe ya li gundê Birtewa yê navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kader Baştaşê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. 
 
Cenazeyê Kader Baştaşê dê piştî karûbarên otopsiyê li gundê Birtewayê were definkirin.