HPJ’ê piştgirî da YPJ’ê

  • 12:23 12 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) piştgirî da Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û bang li her kesên azadîxwaz kir ku xwedî li YPJ’ê derkevin.
 
Kampanya “Em hemû YPJ ne” ku 26’ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Rojava ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hate destpêkirin, li seranserê Kurdistanê û cîhanê piştgiriyeke xurt dibîne.
 
Fermandariya Hêzên Parastina Jinan a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) jî bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanyayê.
 
Daxuyaniya HPJ’ê bi vî rengî ye:
 
“YPJ ne tenê ji bo gelên Sûriyeyê û Kurdan, lê ji bo azadîxwazan hemûyan bûye semboleke ku mînaka wî nîne.
 
Bi fermî nepejirandina YPJ’ê ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve di rastiyê de xwe de qebûlnekirina demokrasî û azadiyê ye. Yekîneyên Parastina Jinê ku dendikê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û sembola azadî û têkoşîna jinan e, her tim weke pêşengên demokrasî û wekheviyê li Sûriyeyê di rêza yekem de cihê xwe girtine. YPJ ne tenê ji bo gelên Sûriyeyê û Kurdan, lê ji bo azadîxwazan hemûyan bûye semboleke ku mînaka wî nîne.
 
Bi înkarkirina hebûna YPJ’ê re destketiyên şoreşgerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû di xetereyê de ne û cewherê xwe winda dikin. Ji ber vê sedemê, em jî piştgiriya xwe ji bo vê sembola azadiyê û parêzvanê rastîn ê şoreşa gelan li Sûriyeyê radigihînin. Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka Yekîneyên Parastina Jinê bisekinin û bibêjin ku em jî YPJ ne. Di vê pêvajoya girîng de, em bang li azadîxwazan û her kesên ku xwe bi her awayî di têkoşîna ji bo cîhanek wekhev û demokratîk de dibînin dikin, ku xwedî li Yekîneyên Parastina Jinê derkevin. Ji ber ku ev pirsgirêka herêmekê bi tenê nîne û wê bandorê li siberoja Rojhilata Navîn û heta cîhana li pêşiya me bike. Jin, Jiyan, Azadî.”