‘Ava kelandî lê kirine’

  • 09:02 19 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ÊLIH - Piştî îdiayên destdirêjî, tundî û îşkenceyê yên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê derketin holê şûnde, yek ji malbatên mexdûr Leyman Ay wiha got: “Ev îşkence 10 sale tê kirin lê heta niha tu tiştek derneketiye holê.”
 
Piştî îdiayên destdirêjî, tundî û îşkenceyê yên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê derketin holê şûnde, lêpirsîna hat destpêkirin hat berfirehkirin û çarçoveya lêpirsîn de 16 kes ij sûcên ‘pêkanînên xerab’,’ezyet’, ‘îşkence’ û ‘êrîşa zayendî’ hatin girtin. 
 
Leyman Ay ku yek ji malbatên mexdûr in der barê tiştên ku jiyane de ji ajansa me re axivî.
 
‘Li bedena wî şopa lêdanê hebû’
 
Leman Ay daxuyakirin ku wir ava paqij jî nedane mirovan û wiha got: “Li taxê mirovan pir zêde kurê min nerehet dikirin. Me jî ew bir navendê. Bavê wî belge amade kirin û me bir. Lê êdî ez kurê xwe naşînim wir. Dema me ji wir anî pir kîlo dabû. Li bedena wî şopa lêdan û îşkencê hebû. Kurêmin got ‘dayikê ava qirêj didan me’. Xwarina wan li ber rijandine. Nehiştine li ser nivînê razên. Yanî her tişt kirine. Ji roja hatiye malê dibêje ez nikarim tiştekî bixwim. Pir eziyet û îşkence pê kirine. Em her hefte diçûn cem wî. Me xwarin jî dibir. Lê nedixwar. Min jê dipirsî digot ‘Ez nikarim bixwim’. Niha dibêje ‘dayê min nede wan’. Heta ez hebim ez ê li kurê xwe binêrim.”
 
‘Ava kelandî lê kirine’
 
Leyman Ay daxuyakirin ku her tim tundî li zarokê wê hatiye kirin, nehiştine nav nivînê de razê û wiha berdewam kir: “Dema em ewil çûn kesî tiştek nedigot. Me dipirsî bersiv tunebû. Me digot evqas polîs hatine diyare tiştek bûye. Lê pirsên me bê bersiv diman. Em hatin malê me fêm kir ku çi bûye.  Piştî daxuyaniya parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş me fêm kir. Kurê min şandibûn Kirşehîrê. Hevjînê min çû ji wir anî. Kurê min got ava germ bi ser me de kirine û piştre jî ava cemidî. Kurê min hinekî fêm dike tiştan tîne ziman. Çi bibîne dibêje. Dema min serê wî şûşt, li pişta wî şopa derban hebû. Bi kayişê lêdabûn. Kurê min ditirse. Dema em nêz dibin dibêje dûr bikevin. Pîsî pê dane xwarin. Ava pîs danê. Dibêje ‘li min dixistin.’7 mehan li wir ma. 7 meh bi lêdanê derbas bûye. Li ser betonê razandine. Ev 10 sale îşkence bi wan mirovan kirine. Bi firçeyan ew şûştine. Bila berpirs bên darizandin.”