Meclisa Ciwanan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezaretê Dadê da
- 12:04 20 Tîrmeh 2026
- Rojane
ENQERE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Komek endamên Meclisa Ciwanan çûn ber avahiya Wezareta Dadê û daxwazname radestî wezaretê kir. Ciwanan piştî ku serî li Wezareta Dadê da, li ber wezaretê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Baran Tuncay Yildirim ve hate xwendin.
Baran Tuncay Yildirim anî ziman ku ew weke endamên Meclisa Ciwanan dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin û wiha got: “Em dixwazin bi Rêber Apo re rû bi rû hevdîtin bikin û ji fikir û remanên wî sûd werbigirin. Çareserî ne tenê bêdengkirina çekan e lê di heman de divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were. Em weke ciwanan ji bo pêvajoyê dixwazin rol û mîsyona xwe bi cih bînin û divê hemû beşên civakê jî xwedî li pêvajoyê derkeve.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.







