DEM Partiyê kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî
- 13:42 20 Tîrmeh 2026
- Rojane
ENQERE - DEM Partî ku kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî, got: "Dê tu xeyalên ji bo jiyaneke birûmet û mirovahiyê hatine avakirin nîvco nemînin."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê ya ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat û 33 kesan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medyaya dijîtal ê partiyê hat kirin de, hat diyarkirin ew 33 kesên ku xwestin birînên Kobanê biceirînin hatin Pirsûsê û ji aliyê hêzên dijminên mirovahiyê hatin qetilkirin, bi hesret û rêzgirî bibîr tînin û wiha hat gotin: "Dê tu xeyalên ji bo jiyaneke birûmet û mirovahiyê hatine avakirin nîvco nemînin."







